IOM: Li cîhanê ji 30 kesan 1 koçber e
Rêxistina Cîhanî ya Koçberiyê (IOM) rojên derbasbûyî rapora xwe ya ser mijara koçberan eşkere kir. Li gel ku di sala 2020'an de ji ber pevçûn, tundî û şer jimareke rekor a mirovan neçar mabûn malên xwe biterikînin, rêxistin bi gotina "Li cîhanê ji 30 kesan 1 koçber e" balê dikişîne ser giraniya koçberiyê.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Navneteweyî ya Koçberyê (IOM) ragihand ku di sala 2020’an de ji ber tundî û pevçûnan hejmareke rekor a mirovan neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Li gorî Rapora Koçberiyê ya Cîhanê ya ku ji aliyê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ve hatiye amadekirin û di 1'ê Kanûnê de hatiye eşkerekirin, par 26 mîlyon penaberên nû hatine qeydkirin. 55 milyon kes di nav welatên xwe de koçber bûne. Hem jî gelek kes ji ber karesatên xwezayî, qedexeyên rêwîtiya Covid-19, pevçûn û şîdetê neçar mane malên xwe biterikînin û hejmara van kesan roj bi roj zêde dibe.
Hejmara mirovên li derveyî welatê jidayikbûnê dijîn gihîşt 281 mîlyonan. Ev hejmar di sala 2019’an de 272 milyon û di sala 1990’an de jî 128 milyon bû.
Welatên Efrîkaya Rojhilat Somalî, Etiyopya û Sûdana Başûr weke welatên ku herî zêde ji cih û warên xwe koç kirine hatin tomarkirin. Di Etiyopya rêza sêyemîn de, 1,7 mîlyon mirov neçar man malên xwe biterikînin. Sûdana Başûr li Efrîkayê welatê ku herî zêde penaber lê dijîn e, par 2 milyon kes ji welêt koç kirin. Parzemînên ku sala borî herî zêde koçberî qebûl kirin bi kirina xwentiya mal ji sedî 61’ê koçberan re Ewropa (87 mîlyon) û Asya (86 mîlyon) bû.
740 milyon koçberiya navxweyî pêk hat
Rêxistinê diyar kir ku rêjeya koçberên navneteweyî li seranserê cîhanê gelek diguhere û da zanîn ku koçberî ne tenê li qada navneteweyî, li welat û herêman jî bi zêde tê jiyîn.
Rêxistina ku daneyên sala 2009'an bi bîr xist, destnîşan kir ku 740 mîlyon koçberiya navxweyî pêk hatiye û ev dane îro hîn zêdetir bûye.
Tirkiye di nav 20 welatên ku herî zêde koçberan distîni ye û di rêza 12’emîn de ye, ji sedî 7,2 nifûsa wê ji koçberan pêk tê.
Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê hejmara koçberan 6 milyon û 5 hezar e.
IOM’ê ragihand ku li Ewropayê welatê ku di sala 2020’an de herî zêde daçon li koçberên biyanî kiriye û 16 milyon kes li Elmanya ye.
Yek ji welatên ku herî zêde koçber şandine Elmanyayê jî Tirkiye ye.
Werger: JINHA