Jinan li Suweydayê huner kirin zimanê berxwedan û hevgirtinê
Çalakiya bi navê “Toon Balad” a di salvegera komkujiyên Suweydayê de hat lidarxistin, hevgirtina jinan a bi riya huner û hilberînê nîşan da. Jinan bal kişand ku huner li dijî travma û avakirina jiyana civakî navgîneke girîng e.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda - Li Suweydayê yekemên salvegera komkujiyan de çalakiya “Toon Balad” ji bo berxwedana jinan a bi riya huner û hilberînê ava kirine bû cihê hevgirtinê. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku berhemên destan û huner, bandorên travmayan kêm dikin, jinan bi hêz dikin û dibin navgîneke girîng ji bo ji nû ve avakirina jiyana civakî. Jinan bang kirin ku hewldanên wiha zêdetir destekê bibînin.
Şanoya "Cartoon Stage" bi hevkariya "Art Made" û tîma "Ji bo Çavên Te Ey Welat" (Ji bo Çavên Te Ya Beled) çalakiya "Toon Beled" li dar xist. Çalakiya ku ji bo sê rojan bû; roja Pêncşemê 9'ê Tîrmehê destpê kir û heta roja Şemiyê 11'ê Tîrmehê dê berdewam bike. Ev çalakî hemwextî salvegera yekemîn a komkujiyên Suweydayê hat lidarxistin. Bi armanca peydakirina qadeke hunerî û mirovî ku ezmûnên berxwedan û başbûnê – bi taybetî çîrokên jin û zarokan – derdixe holê girîng e.
Di çalakiyê de bazara projeyên biçûk, pêşangeheke zindî ya hunerên şêwakarî (plastîk) her wiha panelên hunerî cih girtin. Bi vê yekê derfet da beşdaran ku ezmûnên xwe bînin ziman. Ev yek ji bo nîşandana rola hunerê ya di xurtkirina hevgirtina civakî û çandina hêviyê de hat kirin. Di çalakiyê de her wiha bal hat kişandin ser însiyatîfên ku di nava sala borî de ji aliyê jinan ve hatine birêvebirin û keda wan a di derbaskirina bandorên bûyeran de bi riya kar û afirîneriyê, li ser bingeha peyameke ku dibêje huner dikare bibe qadek ji bo parastina bîranînê, xurtkirina diyalogê û vegerandina hêviya pêşerojê
'Pêdivî bi piştgiriya pêşangehan heye
Safaa El-Cerdî, ya ku koordînatora tîma "Ji bo Çavên Te Ya Beled" e, diyar kir ku bazar bi hevkariya şanoya "Cartoon Stage" hatiye çêkirin û da zanîn ku wan cihê çalakiyê bê pere pêşkêş kirine da ku piştgiriyê bidin vê însiyatîfê. Her wiha eşkere kir ku armanc ew e ji ciwanên kur û keç ên neçar mabûn xwendina xwe bisekinînin û berhemên destan çêbikin re qadek vekin û da zanîn ku ev kar enerjiyeke erênî dide wan û alîkariya wan dike.
Sefa El-Cerdî bal kişand ku bazarê xwendekarên qonaxên amadeyî û zanîngehê yên xwendina wan qut bûye, bi jinên zirar dîtine û koçber bûne û jinên din ên ku di warê makrome, çêkirina lîstokan û berhemên destan de dixebitin, di bin banekî de kom kirine û ji temenên cuda re qadeke hevpar a kar û afirîneriyê amade kiriye.
Safaa El-Cerdî destnîşan kir ku hilbijartina dema vê çalakiyê rastî salvegera yekemîn a bûyerên ku sala par li Suweydayê qewimîn. Her wiha da zanîn ku armanc ew e alîkariya xelkê bikin da ku ji wê rewşa derûnî ya wê serdemê li pey xwe hiştiye derkevin û ber bi qonaxeke erênî ve gavan bavêjin û got: “Berhemên destan evîn û aştiyê belav dikin û huner yek ji baştirîn riyan e ji bo îfadekirina xemgînî û şahiyê. Ev yek dibe bingeh ku hest û ezmûn veguherin berhemên afrîner.”
‘Mirov bi mijûlbûna berhemên hunerî ji ramanên ku bi bûyerên bi êş dagirtî ne dûr dikeve’
Safaa El-Cerdî peyamek ji civakê re şand û bang kir ku piştgirî bidin pêşangeh û hunerên destan û anî ziman ku her dirûtinek û her parçeyeke ku bi destan hatiye çêkirin, çîroka jineke ku dikaribûye enerjiya xwe ya neyînî veguherîne karekî xweş di nava xwe de dihewîne. Sefa El-Cerdî wiha domand: “Piştgirîdayîna van însiyatîfan alîkariya piştgiriya beşdaran û berdewamiya projeyên wan dike û mijûlbûna bi karên destan re dibe alîkar ku mirov ji ramanên li ser bûyerên bi êş dûr bikeve û balê bikşîne ser afirînerî û hilberînê. Şîraniyên di bazarê de hatine pêşkêşkirin bi riyên tendurist û guncav ji bo zarokan hatine amadekirin, bi girîngîdana bi bedewiya şiklê wan, wekî peyamek ku nîşan dide bedewî dikare di nava şert û mercên herî dijwar de jî ji nû çêbibe dide.”
'Piştgiriya derûnî û madî'
Rana El-Eşûş ku yek ji beşdarên pêşangehê ye ji însiyatîfa "Masîgirtinê Fêrî Min Bike", diyar kir ku lidarxistina vê çalakiyê di nava şanoya "Cartoon Stage" de qadeke ewle çêkiriye ku şêwazên cuda yên hunerê tîne bîra mirov û got: “Tê de berhemên destan bi tabloyên hunerî re tevlîhev bûn. Armanc ew e ku piştgirî ji jin û xwendekarên zanîngehê re were dayîn. Pêşangehê giranî da ser beşdarbûna jinên koçber. Ji ber ku ev çalakî piştgiriya derûnî û madî dide wan da ku bigihîjin aramiyê û projeyên biçûk bidin destpêkirin.”
Rana El-Eşûş anî ziman ku însiyatîfa wan hewl dide hebûna jinan di bazara kar de bi riya piştgirîdayîna huner û berhemên destan xurt bike û eşkere kir ku wan ji bo piştgiriya bûyerên li Suweydayê qewimîn jinên koçber ji bo berhemên destan perwerde kirine. Rana El Eşûş got: “Materyalên seretayî ji wan re hatine peydakirin li gel pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û xalên li ser jiyana bê tundî da ku di dawiyê de berhemên wan di bazarek werin pêşkêşkirin. Armanc bi danasîn û firotin ew e ku berhem bên nîşandan û xebatên wiha berdewam bikin.”
‘Di warê berhemên hunerî de xwedî ezmûn im’
Rana El-Aşûş ji bo hilbijartina dema pêşangehê jî got ku bîranîna bûyerên bi êş dikare bibe xaleke nû ya destpêkirinê ji bo bihêzkirina jinan û wiha berdewam kir: “Bi riya hunerê ez bang li civakê dikim ku piştgiriya van însiyatîfan bikin. Ji ber bandora wan a li ser başbûn û jinûveavakirina baweriyê pir zêde ye. Di warê berhemên hunerî de xwedî ezmûn im. Beriya çar salan min dest bi çêkirina berhemên ku ji ramanên min ên kesane der bûn kir. Beriya ku rêbaza xwe bi pêş bixim û berê xwe bidim hilberandina berhemên nû min hewl da rewşa raman û afirîneriyê nîşan didim.”
Atmosfereke erênî
Xada Mesûd a endezyara teqawid e jî diyar kir ku berxwedana wê berhemên destan piştî teqawidbûnê bi makrome û nexşandinê destpê kiriye û got: “Vê yekê bû wesîle ku dema xwe di karekî bikêrhatî de derbas bikim. Van hobiyan gelek alîkariya jinan kirine, wan ji bin bandorên derûnî yên xirab ku di dema bûyerên dawî yên li Suweydayê de qewimîn parastine û bûn bûn wesîle ku wan rojên xirab li pey xwe bihêlin. Beşdarbûna pêşangehê tenê bi armanca madî nebû, derfetek çêbû ku danasîna berheman were kirin. Bi beşdarbûna ciwanan re di warê hunerê de nûbûnek çêbû, ev yek bû sedema afirandina atmosfereke erênî û alîkarî. Bi vê yekê mirov dikare bibêje ku huner, ji bo derbaskirina qonaxên zor û bi êş rêbazeke gelek baş e.”
'Suweyda niha weke guleke çilmisî ye lê dê ji nû ve ji xweliya xwe şîn bibe'
Meysoon Xebra ya ku berhemên hunera makrome çêkiriye diyar kir ku ji beşdarbûna pêşangehê gelek sûd girtiye û da zanîn ku bi firotinê bi sînor nemaye, bûye sedem ku mirovên nû nas bike û guh bide ramanên kesên serlêdana pêşangehê kirine û beşdaran. Her wiha tekez kir ku xwediyên hobiyan bi qasî ku hewceyî piştgiriya madî ne, ewqas jî hewceyî piştgiriya manewî ne.
Maysoon Xebra wiha domand: “Hobiya min a hunerî berê jî hebû. Piştî ku li malê mam bi piştgiriya malbata xwe min dest bi berheman kir û ev yek veguherî projeyek. Çêkirina berhemên destan derûniya mirov rehet û baş dike. Mirov ji şert û mercên zor û dijwar derbas dibe. Ez dibînim ku jin bi saya berhemên hunera destan tevî êş û bûyerên ku jiyan jî xwedî şiyana afrîneriyê ne.”
Meysoon Xerbra axaftina xwe bi tekezkirina girîngiya piştgiriya ji bo jinan û xwediyên berhemên destan wiha bi dawî kir: “Pêşangeh wekî qadek ji bo naskirin û peydakirina piştgiriya dualî di navbera beşdar û bermehdaran e. Suweyda mîna guleke çilmisî ye lê ew ê ji nû ve ji xweliya xwe şîn bibe gava ku em hemû destên xwe bidin hev û piştgiriya hev bikin dê ev yek pêk were."