HWR: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qeyrana mirovî zêde dibe
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navneteweyî, di rapora xwe ya têkidarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bal kişand ser qeyrana mirovî ya tê jiyîn.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navneteweyî (HUMAN RIGHTS WATCH-HRW) der barê êrîşên dewleta Tirk ên di dîroka navbera 5-10’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî de, raporek weşand.
Di rapora ku li ser malpera înternetê ya rêxistinê hatiye weşandin de, agahiyên Rêveberiya Xweser a saziyên sivîl jî hatine parvekirin. Hat bibîrxistin ku li herêmên Cizîr, Hesekê, Reqa û Şehbayê zêdetirî 150 noqte hatine bombebarankirin û bi dehan kesên ku di nava wan de sivîl jî hine jiyana xwe ji dest dane; her wiha navendên sivîl û xizmetguzariyê ziyan dîtiye.
‘Dikevin bin barekî hîn girantir’
Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku êrîşan ziyanek mezin daye binesaziya herêmê, 18 îstasyonên avê, 11 santralên ceyranê ji xizmetê derketine û viya jî bi texmînî bandor li 4 milyon û 300 hezar kesan kiriye. Di raporê de hat gotin, “Gelê herêmê ji xwe bi qeyranek cidî ya avê re rû bi rû ye, piştî van bombebaranên ku nahêle mirov xwe bigihînin çavkaniyên avê, dikevin bin barekî giran.”
‘Ev êrîşên yekemîn ên dewleta Tirk a dagirker nîn in’
Di raporê de bal hat kişandin ku ev êrîşên yekemîn ên dewleta Tirk nîn in û ev nirxandin û bang hat kirin: “Êrîşên Cotmeha 2023’yan êrîşên yekemîn ên ku dewlwta Tirk bi awayekî zanebûn binesaziya herêmê dike hedef nîn in. Êrîşên hewayî yên Mijdara sala 2022’yan jî li herêmên hejmarek zêde ya mirovan lê dijîn û binesaziya jiyanî ya girîn rê li ber ziyanek mezin vekiribû. Pêwîste dewleta Tirk bi lezgînî dest ji van êrîşên ku di serî de îstasyonên avê û ceyranê, tevahiya binesaziya ji bo maf û tenduristiya mirovên herêmê jiyanî ne, berde.”
‘Hewildanên gihandina çavkaniyên bingehîn ên avê zehmet dibe’
Di raporê de ev nirxandinên Alîkarê Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Human Rights Watch Adam Coogle jî hatine parvekirin: “Dewlwta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê binesaziyên jiyanî ku di nava wan de îstasyonên av û ceyranê jî hene dike hedef. Dewleta Tirk bi vê yekê berpirsyariya ku divê çalakiyên leşkerî nehêlin qeyrana mirovî ku jixwe li herêmê nebaş e hîn kûrtir bibe, tune hesibandiye. Mirovên li bajarê Hesekê û derdora wê ku ji xwe di 4 salên dawî de bi qeyrana avê re rû bi rû mane, niha jî, mecbur dibin ku barê bombebaran û hilweşînên zêde bûne hilgirin. Ev jî hewldanên xwe gihandina çavkaniyên bingehîn ên avê hîn zêdetir zehmet dike.”