Hunermendên jin ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê bang kirin

Seferbariya ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê hatiye destpêkirin piştgirî zêde dibe. Hunermendên jin yên TEV-ÇAND’ê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kirin.

Navenda Nûçeyan – Erdheja ku di 6’ê Sibatê li navend Mereşê qewimî û bandorê li bajarên Kurdistan, Tirkiyê û li Sûriyeyê kir, bû sedemê gelek ziyanên canî û madî. Piştî erdehejê bi seferberiya piştgiriyê ya hat ragihandin gel dest bi pengava piştevaniyê kir. Hunermendên jin yên TEV-ÇAND’ê jî ji bo piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê bi riya Hevya Sor a Kurdistanê bang kirin.

 ‘Ne erdhej dewlet dikuje’

Jinên endamên TEV-ÇAND'ê gotin "Ne erdhej, lê dewlet dikuje" û bang li hemû hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran kirin ku bi ruhê hevgirtinê tevlî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê bibin.