Hunermenda Kurd Emel Çîftçî beraet kir

Hunermend Emel Çîftçî ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” dihat darizandin, ji doza xwe beraet kir.

Navenda Nûçeyan- Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser îfadeyên şahidê nepen “Ulaş”, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” doz li hunermend Emel Çîftçî vekiribû. Danişîna doza Çîftçî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Emel Çîftçî, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû tevli danişînê bibe lê parêzerê wê Şerzan Yelboga di danişînê de amade bû.

Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen û îdia kir ku sûcên li Emel Çîftçî pê tê tawanbarkirin neguhirin. Dozger xwest ku Emel Çîftçî ji ber îdiaya “rêveberiya rêxistinê” were cezakirin û ji bo îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî tu daxwaz nekir.

Beraet kir

Parêzer Şerzan Yelboga jî di parastina muwekîlê xwe de got ku ji bilî îfadeyên şahidê nepen tu delîl di dosyayê de nîn in. Şerzan Yelboga, biryara Dadgeha Bilind a “Tenê li ser îfadeyên şahidên nepen nabe ku hukim were dayîn” bi bîr xist û xwest muwekîla wî beraet bike.

Dadgehê jî ji bo her du tawanbariyan jî biryara beraetê da.