Hunermend û sînemager ji Bendava Tişrînê bang kirin
Hunermend û sînemagerên ku îro di berxwedana Bendava Tişrînê ya ji 8’ê Çileyê ve dest pê kiriye de gotin ku dîtin û jiyana berxwedana Bendava Tişrînê ne wekî bihîstina wê ye ji lewre bang li hunermend û sînemageran kirin.
SORGUL ŞÊXO
Tişrîn – Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê ya li Kantona Firatê ku duyemîn bendava mezin a Sûriyeyê ye, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihê şerê gelê şoreşgerî berê xwe da Bendava Tişrînê û dest bi nobedariya av û ceyrana xwe kirin. Berxwedana gel di 8’ê Çileyê de dest pê kir û heta vê kêliyê jî didome. Di berxwedanê de hunermend û sînemager jî hebûn ji ajansa me re helwest û erkên dikevin ser milên hunermend û sînemagerên cîhanê anîn ziman.
'Erka hunermendan a vê demê xwedîderketin e'
Hunermend Sîmav Ebdê got ku ger ax were dagirkirin çand û hunera kevnar a neteweyan jî tê dagirkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Pêwîst e ev ax û bendav were parastin, ji ber ax were dagirkirin wekî ku çanda me hatiye dagirkirin, ji ber ku ax û çand yek e. Êrîşa dewleta Tirk a dagirker êrîşeke wiha ye ku hem ax hem çandê dike hedef, ji lewre gelek girîng e ku em çanda xwe biparêzin û xwedî li destanên lehengan derkevin. Pêwîstiyeke wisa heye ku hunermendên cîhanê piştgiriyê bidin hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha werin bi hev re bendavê biparêzin. Bendava Tişrînê bendaveke pîroz e, werin piştgiriyê bidin hev û destkeftiyên şoreşê biparêzin."
Piştî axaftinê jî hunermend Sîmav ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê straneke kurt got.
'Ji bo çêkirina belgefîlman divê sînemagerên cîhanê berê xwe bidin Bendava Tişrînê'
Sînamegera Ermenî Sîlva Hosêb jî got da ku ji bo berxwedana bendavê ji nêz ve bijîn û bibînin wan berê daye bendavê û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji bo ku di dema pêş de em bixwazin belgefîlmek li ser berxwedana Bendava Tişrînê çêbikin em bêtir tê de hakim bin, me berê xwe da bendavê da ku berxwedaniya gel ji nêz ve bi xwe bijîn û bibînin. Ji ber ku dîtin û jiyîna berxwedanê bi êş û kêfxweşiya xwe ne weke bihîstina wê ji dûr û nedîtina wê ye. Armanca me ew e ku em bihêlin di pêşerojê de nifşên nû werin bibînin çi li Bendava Tişrînê dihat jiyîn û berxwedaneke çawa bû ji lewre bi riya sînemayê nîşandana wê pir girîng e û ev erka me ya sereke ye. Ji lewre em bang li sînemagerên cîhanê dikin ku ji bo çêkirina belgefîlman berê xwe bidin Bendava Tişrînê."
'Kêliyên ku mirov bi çavên xwe dibîne û dijî qeydkirina wan gelek girîng e'
Sînameger Sîlva da zanîn ku niha gelê Rojava li Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî dinivîsîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber ku li vir em bi çav dibînin çawa gel tê hedefgirtin birîndar dibe û tên qetilkirin. Ji ber kêliyên bi çav tên dîtin, gelek girîng e werin qeydkirin. Ji lewre em weke sînemager divê di nava bûyerê de bin, wê bi hemû kêliyên wê bijîn û wiha qeyd bikin û belgefîlma wê çêbikin. Ne ku piştî bûyer biqede û em lîstikvanan bînin, rola ku îro rastîn tê lîstin wê demê bilîzin. Da ku fîlmên me bi bandor bin. Divê ku em di kêliyê de bikşînin û hestên me jiyane bi tamaşevanan bidin jiyîn. Ji ber xwîna şehîdan bû weke kaniyekê û diherike nava ava Tişrînê. Her kesek tê vê derê xwedî bi dehan çîrokan e divê ku ev çîrok werin vegotin."
‘Ji bo ku komkujiyên 1915’an careke din çênebin divê Ermenî berê xwe bidin bendavê'
Sîlva Hosêb bi vê peyama ji gelê Ermenî re dawî li axaftina xwe anî: "Em weke Ermenî van êrîşan baş fêm dikin, ji ber ku em di heman komkujiyan re derbas bûne. Sala 1915’an nayê jibîrkirin. Ji ber gel, zarok û jin dihatin qetilkirin. Ez ji gelê me yê Ermenî re vê dibêjim; ji bo ku komkujiyên di sala 1915’an em careke din çênebin, Ermeniyek li ku derê hebe divê berê xwe bide Bendava Tişrînê û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan bide."