Hunermend Perestu Ahmedî bi kefaletê hat berdan
Hunermenda Îranî Perestu Ahmedî, solîsta Konsera Xeyalî û muzîkjenên wê bi kefaletek bilind hatin berdan.
Navenda Nûçeyan – Hunermenda Îranî Perestu Ahmedî, solîsta Konsera Xeyalî û muzîkjenên wê, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Rêxistinî ya Tahranê (Dadgeha Hejmara 38) ve bi sûcdarkirinan re rû bi rû hatibûn. Hunermenda Îranî Perestu Ahmedî, solîsta Konsera Xeyalî û muzîkjenên wê bi kefaletek bilind hatin berdan.
Li gor agahiyan hat diyarkirin ku kefalet ji bo Perestu Ahmedî 3 mîlyar tuman û ji bo muzîkeran 2 mîlyar tuman hatîye diyar kirin.
Beriya vê jî Perestu Ahmedî bi hinceta ku li karwansarayekî de konserek lidar xistiye ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û bi kefaletê hatibû berdan. Di rojên dawiyê de Perestu Ahmedî ‘Konsera Xeyalî’ ya bi cil û bergên serbest lidar xistibû diyarî gelê Îranê kiribû û gotibû “Ev mafekî min e ku nikarim jê biqerim.”
Perestu Ahmedî berê jî ji ber beşdarbûna tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ hatibû girtin. Lê piştî hatibû berdan xebatên xwe dewam kiribû.