Hunermend mêr ên Mexribê bi boneya 8’ê Adarê stran amadekirine

Hunermendên navdar Nûman El Hilû û Saîdd Mutawakkil û çend hunermendên dinê yên mêr ên Mexribî li ser 8’ê Adarê tayîbet stran çêkirine û xwe amade dikin ku bi wesîleya Roja Jinên Cîhanê stranan bibêjin.

Hunermendên navdar Nûman El Hilû û Saîdd Mutawakkil û çend hunermendên dinê yên mêr ên Mexribî li ser 8’ê Adarê tayîbet stran çêkirine û  xwe amade dikin ku bi wesîleya Roja Jinên Cîhanê stranan bibêjin. 
Mexrib – Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê komek hunermendên Mexribê yên dengxweş ji bo reng bidin rojê hatin hilbijartin. Armanca hunermendan ew e ku hemû welatên Ereb rêzê ji jinan re bigrin û rola wan a di civakê de were dîtin.
Di vî warî de, stranbêjê Mexribê Noman El Hilû xwe amade dike ku stranek nû bi navê "El Marali Shahada Jamra" derxîne. Ji ber ku ew ê li ser jinên ku rastî astengiyên malbatî tên stran bibêje.
Nûman El Hilû li ser vê stranê dixebite, digel Saîdd Mutawakkil besteya wê amadekirine û Yûnis El Xizan jî li ser awaza wê dixebite. Numan jî strana xwe çêdike. Stranên Nûman El Hilû li ser gelek pirsgirêkên civakî û tenduristî ne, ji ber vê yekê wî li ser penceşêrê, av û koçberiyê straye.
Ji xeynî Nûman El-Hilû, hunermend Abdel Hafeez Al-Dozî xwe amade dikin ku stranek nû bi navê "Sabara", (Saboura), di 8’ê Adarê de derbixin û bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re diyarî jinan bikin.
El-Douzî vîdyoya danasînê ya stranê li ser hesabê xwe yê Instagramê weşand û di bin de jî ev şîrove lê zêde kir: "Ji we re hezkiriyên hêja re klîba Sabara diyariyek taybetî ji min ji hemî jinan re bi mi nunasebeta Roja Jinên Cîhanê... Rêzgirtin ji bo her jina ku di jiyana xwe de gelek fedakarî kiriye... Ji her kesê ku ji bo xatirê yên din sebir kir... Ji ber ku hûn stûn û bingeha civakê ne… Dîroka me 8’ê Adarê." Tê payîn ku strana "Sabara" dê ji bo rêzeyek nû ya ku dê di pêşerojê de li ser "MBC 5" were pêşandan bibe jenerik.
Abdilhafiz Dozî di cîhanê de yek ji navdartirîn hunermendên Mexribiyan tê hesibandin û mîhrîcanên ku ew beşdar dibe gelek kes di wan de amade dibin. Hunermend Dozî hewl dide di karên xwe yên hunerî de bi jinan re stran bibêje.
Hunermendê Mexribê Hamid El-Hadarî dixwaze ku bi rasthatina Roja Jinên Cîhanê, stranek nû bi navê "Fatima El-Kanawiya" derxîne, bi xwe jî bi muzîkjen Anarast û Hemiti Tariq re hevkariyê dike. Ji bo ku helwestên jinên Mexribî di civakê de bi pêş bixe û wan teşwîq bike ku armancên xwe bi dest bixin û behreyên xwe yên profesyonel diyar bikin, xebatek wiha dane pêşiya xwe.