Hunermanda Kurd Emel Çîftçî hat girtin

Hunermenda Kurd Emel Çîftçi ya li Amedê hatibû binçavkirin, tevî ku rapora wê ya ku nîşan dide penceşêra malzarokê pê re heye û divê di demek nêz de emeliyat bibe jî hat girtin

Amed- Hunermenda Kurd Emel Çîftçî ya ku duh dema li Amedê diçû nexweşxaneyê bi hinceta der barê wê de “biryara girtinê” heye hat binçavkirin. Emel Çîftçî dûre birin Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeriya Ceza ya Sulh a Nobedar a Enqereyê.

Dadgehê, li ser gotinên şahidê veşarî Ulaş bi sûcdariya “endama rêxistinê” û “rêvebera rêxistinê” der barê Emel Çîftçî de biryara girtînê da. Tevî raporên ku nîşan didin nexweşa penceşêra malzarokê ye û divê bi lezgînî were emeliyatkirin jî dadgehê, raporên Analîza Malî MASAK’ê, raporên analîzê yên HTS’ê û mayîna wê ya li otêlan ku ji bo xebatên xwe yên hunerî lê dima ji bo girtina wê hincet nîşan da.

Emel Çîftçî piştî ku hat girtin, wê şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.