Hûn nikarin ji ewlehiya jiyana jinan teserufê bikin!

Lembeyên kolanan 15 deqe dereng tên vêxistin û 30 deqe zû tên vemirandin. Jin û zarokên ku bêyî hilatina rojê bibînin, di tarîtiyê de ji malên xwe derdikevin, diçin dibistan û kargehên xwe, li kolanên bê ewle û ji her cure şîdetê re vekirî, ber bi tarîtiyê ve tên hilkişandin. Jinên ku bi qasî lêçûnên ceyranê yên qesrê nikarin ji budçeyê sûdê bigrin, di nava kolanên tarî de bê ewle ne!

SARYA DENÎZ
Stenbol - Li Tirkiyeyê sepandina herdemî ya demjimêren havîne ya ku di bin navê "teserufê" de bi serhişkî tê meşandin, ket sala xwe ya 6'emîn. Ev sepana ku li rojavayê welat bi taybetî ji bo jin û zarokan dibe sedema aciziyên giran, bi biryara dawî ya "lembeyên kolanan" dîsa jî nû ve bi rengekî din tê nîqaşkirin. Bi biryara nû ya ku ji aliyê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ve hatiye girtin, lembeyên kolanan li gorî dema normal 15 deqe dereng tên vemirandin û 30 deqe zû tên vêxistin. Kolanên u hê tarîtir li benda jin û zarokên bêyî hilatina rojê bibînin, di tariyê de ji malên xwe derdikevin diçin dibistan û kargehên xwe ye. Kolanên tarî ji bo jin û zarokan bê ewle ne û ji her cure xeteriyê re vekirî ne.
Ronîkirina qesrê girîngtir e
Sepana demjimêra havîne di bin navê "teserufê" de ket pratîkê. Li Tirkiyeya ku şîdeta li ser jinan her diçe zêdedit dibe, kolan tarî ne û li welat piraniya cihên kuştinê kolan in. Pirsa "Li ku û çawa tê teserufkirin?" hê jî nehatiye bersivandin. Di butçeya sala 2022'yan de ku jin tên paşguhkirin, butçeya ji bo Midûriyeta Giştî ya Statuya Jinan hatiye veqetandin 22 milyon lîra ye. Ev budçe bi qasî 21,6 milyon fatûreya ceyrana qesrê ye. Bihêlin kolanan, ronîkirina qesrê jî ji jiyana jinan girîngtir e. 
Gûstêrk 
"Projeya gûstêrk" (ateş böceğî) a Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) a ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, her sal bi mijarên cuda şîdeta jinan a ku li Tirkiyeyê tê jiyîn disekine. Kampanyaya ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de bi dirûşma "Bi gûstêrkan Tariyê Ronî Bikin" hatibû destpêkirin heta 10'ê Kanûnê berdewam dike. Kampanya di malpera atesbocekleri.info de bi gotina “Ez jî xemsar nabîm!” wan vedixwîne ku bi dengê xwe beşdarî kampanyayê bibin. Di malperê de daxuyaniyên jêrîn cih digrin:
“Her tomarkirina deng dê mesafeya jin û şîdetê zêde bike. Beşdarvan dê karibin qeyda deng daxin û hevalên xwe vexwînin hevgirtinê. Ziyaretvanên malpera kampanyayê; ew ê karibin xwe bigihîjînin senaryoyên rewşên şîdetê yên li cihên cuda, wekî mal, kolan, koma hevalan, medyaya civakî, cihê kar, klûbên werzîşê û dê der barê mudaxeleyên muhtemel û çawaniya girtina tedbîrên li hemberî rewşek tundûtûjiyê de bibin xwedî agahî." 
Jin li kolanan bêewle ne!
Lingê Projeya gûstêrk a sala 2019’an eşkere dike ku mayîna jinan a îro di tarîtiyê de çiqas tirsnak e. Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de rastiya ku tê zanîn bi bingeha peyamên jinan re “bi nexşe kirine” radixe her çavan. Di nexşeya hatiye çêkirin de hema bêje li her devera Tirkiyeyê jin rastî îstîsmara devkî û fizîkî tên û li kolanan xwe ewle hîs nakin.
Jinan nexşeya şîdetê nîşan dan
Di çarçoveya kampanyaya ku di sala 2019'an de hat lidarxistin de, ji jinan hat xwestin ku li ser nexşeya înteraktîf a Tirkiyeyê ya li ser malpera atesbocekleri.info gûstêrk berdin û li bajaran li cihên ku xwe ewle nabînin diyar bikin. Nêzî 3 hezar jin li kolanên tarî yên ku lê rastî tacîze tên, ditirsin ku bimeşin û xeternak dibînin, li ser nexşeyê bi hiştina gûstêrkek nîşan dane. Di heman demê de, wan şîroveyên xwe di qutiyên ku derketin pêşberê wan nivîsandin û dîtin ku pirsgirêkên wan ên pir dişibin hev hene.
Kolanên tarî
Li ser nexşeya Tirkiyeyê Stenbol, Enqere û Îzmîrê wekî parêzgehên ku herî zêde ji aliyê kêzikên Agir ve tên ronîkirin, yanî herêmen ku herî bêewle ne tên rêzkirin. Komkirina giliyan a li navendên bajaran Balkêş e. "Kolanên tarî" di serê hemû giliyên ku li ser nexşeyê hatine kirin tê. Jin tînin ziman ku ronahiya kolanan têra wan nake. Ew daneyên hatine bidestxistin jî ji bo bajarên bi ewle bên afirandin bi şaredariyan re hatin parvekirin. Lê rastiyek heye ku ev mijar pir girîng e û pêwîst e tenê bi şaredariyan re bi sînor neyê hiştin.
Rewşa Tirkiyeyê nebaş e
Li gorî Endeksa Jin, Aştî û Ewlehiyê ya sala 2021’ê, Tirkiye di nava 170 welatan de di rêza 106’an de ye. Bi taybetî di pêvajoya pandemiyê de ewlekarî ji bo jinan bûye qeyran. Gefên li ser ewlehiya jinan zêde bûn. Hin hûrguliyên endeksê yên sala 2021’ê nehatine eşkerekirin lê ji bo stûna "Ewlehî" ya Endeksê ya sala 2019’an ji keçên 15 salî mezintir û jî jinan ev pirs hat pirsîn: "Gelo dema ku hûn bi şev li bajar an jî li herêma ku hûn dijîn bi tena serê xwe dimeşin xwe ewle hîs dikin?” Li Tirkiyeyê rêjeya kesên ku di sala 2017’an de bersiva erênî dane vê pirsê ji sedî 49,9 bû lê ev rêje di sala 2019’an de daket ji sedî 44,6 e. Bi kurtasî jinan di her platformê de anîn ziman ku ew xwe di ewlehiyê de nabînin.
Li kolanan rastî êrîşan hatin
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, li Tirkiyeyê heta 15’ê Mijdara 2021’ê 251 cînayetên jinan çêbûne. Li gorî daneyên ku tenê ji nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de cih girtine, ji Mijdara 2020’an heta Cotmeha 2021’ê 277 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Herî dawî jî jina ciwan a bi navê Başak Cengîz li Ataşehîra Stenbolê ji ber êrîşa bi şûrê samurayê ya zilamekî ku qet nas nedikir jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê yekser êrîşa zilamê bi navê Emrah Yilmaz a bi kêrê li du jinên ku qet nas nake ket rojêve. Lê ev ne êrîşên ewil in. Hatîce Turkoglu ya ku ji sûkê derket û ber bi mala xwe ya li Maltepeya Stenbolê ve diçû, rastî êrîşa kesekî ku nas nedikir hat. Dîmenên jinekê ku derengiya şevê li Bahçelîevlerê ji aliyê du zilamên nenas ve tê derbkirin di çapemeniyê de derket.
Pêwîstiya jinan bi bajarên bi ewle heye
Pêwîstiya jinan ji tarîtiyê zêdetir bi bajarên ronî û ewledar heye. Pêwîstiya wan bi cihên ronîkirî yan jî mekanîzmayên ku dema rastî tundûtûjiyê yan tacîzê tên bi yekser serlêdan bikin û bên parastin heye. Ji ber vê yekê jin bi salan e li kolanan dibêjin “kolan ên me ne.” Jin kolanên ku bê tirs li wan bimeşin dixwazin.
"Ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim" 
Ji 700 şîroveyên ku di projeya gûstêrk a NY’ê de li ser nexşeyê hatine hiştin ev in:
*Li kolanê dema li benda otobusê diseknim her roj her saet rastî tacîzê têm. Qorneya wesayîdan lêdixe, weseyîd nêz dibin, wê demê ez xwe qet ewle hîs nakim.
* Dema diçim malê derbasbûna kolanên tarî min pir ditirsîne. Her wiha pêwîst e dema biçim mala xwe 10 deqeyan bimeşim lê li wir înşaet heye. Her der tarî ye. Ger bê ronîkirin ez dikarim rehetir bimeşim.
*Piraniya mêrên ku danê êvarê li vir in, li me dinêrin, bi awirên nexweş me aciz dikin.
* Bi taybetî serê sibê û piştî saet 19.00’an li ser vê cadeyê tacîzên zêde pêk ten. Tacîzên bi qorna û ronahiyan ên herî sivik in. Dixwazin li gel me wesayîdan rawestînin û me bigrin hundir. Piştî derketina cihê kar, rê pir bêdeng dibin, ez ditirsim.
*Li vir her tim tarî ye. Dema em bi şev derbas dibin, di destên me de gaza îsotê heye, em bi tirs derbas dibin.
*Ji weseyîdan destdirêjiya devkî ya domdar. Mirov li ser rê gotinan dibêjin. Jinên di kargehan de dixebitin her dem rastî tundiya devkî tên.
*Ev der, cihê ku mala me lê ye û êvarê dema ez têm malê ji tirsan dilerizim û bêyî ku serê xwe rabikim  dimeşîm. Ez naxwazim êdî li kolana mala xwe bitirsim.