‘Hûn nikarin bi tayînkirina qeyûman Kurdan xilas bikin’

Li Colemêrgê bertek û têkoşîna gel a li hemberî qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatiye kirin, berdewam dike. Parlamentera DEM'ê ya Şirnexê Newroz Uysal pêvajoyê nirxand û got: “Ev sed sal in polîtîkaya înkarê didome.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Piştî ku hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê Hezîranê de hat binçavkirin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, bertek didomin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di rûniştina 5’ê Hezîranê de bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê” 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Heyeta ku gelek endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî di nav de çûn Colemêrgê, gel 4 roj in li ber xwe dide û kolanan naterikîne. Gel diyar kir ku bêyî şandina qeyûm ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin û banga piştgiriyê li raya giştî kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Şirnexê Newroz Uysal li ser tayînkirina qeyûm got: “Bi şer nikarin gelê Kurd xilas bikin.”

‘Rewşa înkarê bi sedsalan e didome’

Newroz Uysal diyar kir ku divê qeyûmên tayînkirî tenê weke desteserkirina îradeyê neyên pênasekirin û diyar kir ku dewleta Tirk ji salên borî ve ye naxwaze gelê Kurd xwe bi xwe birêve bibe. Newroz Uysal da zanîn ku qeyûm pirsgirêka hebûnê û mantiqeke kedxwariyê ye û got: “Qeyûm nêzîkatiyeke polîtîk a dîrokî, gelekî kûr û giştî ye ku bîrê nîşan dide. Biryara îro li vir hatiye dayîn jî tê wateya înkarkirina Kurdan, rûbirûbûna dewletê ya bi rêveberiya xweser a Kurdan û hemû daxwazên wan. Vê rewşê ji pêvajoya hilbijartinê ya borî ve heta niha hat berdewam kir. Ji xeynî nermbûna ku dewlet ji vê xala çareseriyê qismî îqna bû, polîtîkaya ku sed sal in li Tirkiyeyê Kurd dijîn bi heman awayî hat berdewamkirin.”

‘Daxwazên diyalog û çareseriyê bi qirkirinê hatin bersivandin’

Newroz Uysal, diyar kir ku di pêvajoya heyî de nermbûn û asayîbûn çênebûye û destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê yên bi sedsalan berdewam dikin. Newroz Uysal axaftina xwe wiha domand: “Gelek kesan pêvajoya piştî 31’ê Adarê nirxand. Piştî axaftinan, her kesê dît ku îro di pêvajoya bi navê nerm de peymanek nû hat dayîn. Gelo ev peyman wê peymanek neteweyî be yan jî wê hikumet bi rastî ders jê bigre. Partiya me ji roja destpêkê ve her dem banga çareserî û diyalogê kiriye. Li ser vê bangê sîstemeke ku bi pêkanînên em jê re dibêjin qirkirin hewl da vê îradeyê tune bike derket holê. Doza Kobanê û operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê jî nîşaneya vê yekê ne. Îsrara di tecrîda Îmraliyê de dîsa nîşaneya vê ye. Hefteya borî jî bi dehan ciwan hatin binçavkirin û girtin. Dewletê her dem van operasyonên zextê domand. Bi van polîtîkayan armanc dike ku têkoşîna azadiyê û rêxistinbûna gelê Kurd tasfiye bike. Daxuyaniya ku wan îro bi riya qeyûm da, rewşa zext û dorpêçkirinê û dîsa tunehesibandina hiqûqê bi vê ve girêdayî ye. Her tiştê ku em jê re dibêjin derbeya siyasî bi vê ve girêdayî ye. Mijara ku divê di vê demê de derkeve holê ev e.”

‘Divê em bi rêxistin bin û di daxwazên xwe de bi israr bin’

Newroz Uysal bang li raya giştî û pêkhateyên demokratîk ên li dijî rejîma qeyûm û polîtîkayên şer kir û got: “Dewlet bi şerê li dijî gelê Kurd re nikare Kurdan xilas bike, bi tayînkirina qeyûman jî nikare îradeya gelê Kurd tune bike. Dibe ku hêdî hêdî bibe û ji xwe re dem ava bike lê zû yan dereng wê dewlet bi vê daxwaza gelê Kurd re rû bi rû bimîne. Divê ev zû yan dereng bê çareserkirin. Ger dewlet nêzî çareseriyê nebe, pêwîst e gelê me bi rêxistin bibe, di daxwazên xwe de îsrar bike û dengê xwe bilind bike. Em ne tenê qeyûm qebûl nakin, em li vir in û bi gel re pêwîstiya vê îradeyê derxin holê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û li kêleka gel bin.”