'Hûn ê nikaribin rêwîtiya stêrka cemserê rawestînin'

Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçecî ku di Konferansa Jinan a DBP'ê de axivî, diyar kir ku Şoreşa Rojava mîrateya Şoreşa Jinê û têkoşîna enternasyonalîst e û got: "Hûn ê nikaribin rêwitiya stêrka cemserê rawestînin."

Navenda Nûçeyan- Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7'emîn Kongreya Asayî ya ku di 12'yê Kanûnê de bê lidarxistin, bi dirûşma "Em bi jinên rêxistinkirî û azad civaka azad ava dikin" konferansa jinan li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û gelek nûnerên jin ên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn. Konferans li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê tê lidarxistin.

Li eywana konferansê pankartên “Em jinên birêxistin û azad civaka azad ava dikin” û “Li hemberî şerê taybet jin jiyan azadî” hatin daliqandin. 

Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di konferansê de ji ewil Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor axivî û bal kişand ser êrişên ser îradeya jinan. 

Narîn Gezgor, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd û jinên cîhanê ya li dijî êrişan didome û wiha got: “Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ rêya me ronî dike.” 

Konferans, bi axaftina Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî domiya. Bêrîvan Bahçecî ji ewil xêrhatina beşdaran kir û got ku ew di wê baweriyê de ne ku dê konferansa wan rêxistinbûyina wan mezin bike û têkoşîna wan geş bike. 

Axaftina Bêrîvan Bahçecî wiha ye; 

"Hûn bi xêr hatin konferansa me ya sêyemîn a jinan. Em di wê baweriyê de ne ev konferansa ku em bi şiara 'Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin' pêk tînin, wê rêxistinbûyina me mezin bike, têkoşîna me geş bike. Bi vê hêviyê ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.

Şerê ku em wek şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin li çar aliye cîhanê jiyana gelan, jiyana jinan ser û bin dike. Ev şerê ku bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst pêk tê û Rojhilata navîn dîl girtiye, Kurdistan jî kiriye navenda şer. Netew dewlet, ji ber dewlemendî û girîngiya erdnigariya Kurdistanê dest dirêjî axa me dikin. Di heman demê de tê zanîn ku paradigmaya demokratîk netew a birêz Ocalan panjehra vî şerî ye. Ji ber vê yekê jî her ku diçe şerê li Rojhilata Navîn dijwartir dibe.

Di vê pêvajoyê de li Sûriyê îradeya gelan li ber çavan bê girtin

Ji roja 27’ê Mijdarê vir ve bi êrişên HTŞ’ê rejîma Esad têk çû, ev yek bi destê dewletên netew ê kapîtalîst pêk hat. Em careke din bûn şahit ku rejîmên otoriter ên yekperest li ber daxwazên gel, jin û ciwanan nikarin li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku di serdema rejîma Baasê de saziyên jinan hatin tasfiyekirin, jin di bin serdestiya mêran de di bin zext û zordariyê de jiyana xwe domandin. Zayendperestî ji hêla aborî, sîyasî û çandî ve bûye amûreke zext û zordariyê. Em bûn şahid ku Şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat vê rastiyê ser û bin kir. Ji ber vê yekê jî divê li Suriyê rêvberiyeke li ser esasên jiyana hevpar a gelan, li ser esasên azadî, wekhevî û azadiya jinê bê avakirin. Di vê pêvajoyê de li Sûriyê îradeya gelan li ber çavan bê girtin, ji bo vê yekê jî diyalog û müzakere gelek girîng e. 

Hûn nikarin rêwîtiya Stêrka Cemserê  rawestînin

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi destên çeteyên SMO û DAIŞ’ê hewl dide ku Şoreşa Rojava têk bibe, ev çeteyên ku êrişî Tel Rifat û Minbîçê dikin, jinan direvînin, qetlîaman pêk tînin, tu pîvanê mirovahiyê nas nakin. Dewleta Tirk ya ku piştgirî dide çeteyan bi SIHA’yan zarok, jin jî di nav de, sivîlan qetil dike. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin bi xeyalên Neo-Osmanî êrişî Rojava nekin û dest ji piştgiriya çeteyan berdin û ji Suriyê derkevin. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hatiye, şoreşa jinê û şoreşeke enternasyonalîst e. Avakirina jiyana demokratîk, ekolojik e û azadîxwaziya jinê diparêze. Şoreşa Rojava li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr, li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên herî hov ên ku sûcê mirovahiyê pêk anîn, bersîveke herî şoreşgerî ye. Vîna jiyana hevpar a wekhev a gela ne. Îro ev vîn  di têkoşîna gelên cîhanê de bûye Stêrka Cemserê Bakur. Hûn nikarin rêwîtiya Stêrka Cemserê  rawestînin.

Qeyûman îradeya Gelê Kurd gasp dike

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike, li aliyekî  hewl dide Şoreşa Rojava ji holê rake, li aliye din jî li Kurdistanê bi destê qeyûman îradeya Gelê Kurd gasp dike. Îro li Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Miksê bi rêya qeyûman hiqûqa metîngeriyê pêk tînin. Bi êrişên li ser pergala me ya hevserokatiyê dixwazin ku destkeftiyên jinan desteser bikin. Her wiha êrişî çand, ziman, û nasnameya kurdan dike,  xweza û aboriya Kurdistanê talan dike.

Li dijî destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet didome

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî ji sala 2015’an vir ve, bi polîtîkayên şerê taybet, êrişê bedena jinê, jiyana ciwanan, jiyana civakî û nirxên polîtîk û ehlaqî dike. Polîtîkayên şerê taybet rêbazeke metingeriyê ye. Li dijî destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî, li hemû qadên jiyanê bi rêbazên cuda didome. 

Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, şîdeta dewletê ya mêr di hamen demê de bingeha xebatên me yên 25'ê Mijdarê ye. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerên taybet ên ku me di sê mahan de li 15 bajaran, bi zêdetirî 3 hezar jinan re li dar xinst, bidomînin û bi xurtkirina  rêxistinbûyina civakê biparêzin.

Ev desthilatdarî kuştina jinan paşguh dike

 Rejîma AKP-MHP’ê kengê destkeftiyên jinan ji xwe re wek tehdit dîtibe wê deme êrişê destkeftiyên me jinan kiriye. Bi rêya şîdetê hewl daye ku ji van tehdîtan xelas bibe. Binçavkirin û girtina jinan,  êrişên ku bi deste qeyûman li ser rêveberiyên heremî yên azadixwaziya jinê pêk tên, krîmînalîzekirina hevserkoatiyê û vekişandina ji peymana Stenbolê  yek ji van polîtîkayan e. Jinên ku li girtîgeh, kolan û qadan dengê xwe bilind dikin rastî şîdeta dewleta mêr tên û em dibin şahide vê yekê.  Ev desthilatdarî ya ku faîlên mêr bê ceza dihêle û wan diparêze, kuştina jinan paşguh dike. Di van 10 mehên dawî de 316 jin ji aliye meran ve hatin qetilkirin.  

Ti hêz nikare vê îradeya me bişkîne

Îro di navbera faîl û sîstema ku failan diparêze de tifaqek ku şîdetê meşrû nîşan dide heye. Em ê li dijî vê tifaqê qirêj xwe birêxistin bikin, em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinan, li dijî yên ku dixwazin dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadiyê' qedexe bikin, em ê vê dirûşmeyê bikin parçeyek ji jiyana xwe û em bi biryar in ku Konfederalîzma Demokratîk a Jînê ya Cîhanê ava bikin. Ti hêz nikare vê îradeya me bişkîne. 

Rola Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e

Wek hûn jî dizanin ev meheke ku desthilatdariyê  nîqaşên nû daye destpêkirin. Politikaya derve ya desthilatdariyê, ji ber şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê û ji ber hewldanên wên ên dagirkeriyê têk çûye, ji ber vê yekê ferz e ku siyaseta hundir dîzayn bike. Em bi awayeke zelal tînin ziman ku aşitî jî ferz e. Em bi salan e ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Û em dizanin ku avakirina aştiyê ne hêsan ê. Teqez civak bibe parçeyek avakirina aştiyek birûmet. Rola Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e. Lê belê, hîn jî tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam dike. Wekî ku wî jî anî ziman  heger şert û mercên Birêz Ocalan pêk bên, hêza wî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişîne. Ev yek jî baş tê zanîn.

Divê azadiya Birêz Ocalan pêk bê 

 Ji bo ku rê li ber aştiyê bê vekirin, divê em têkoşîna xwe geştir bikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Divê em mal bi mal, derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin. Ji bo pêkanîna seferberiya rêxistinî divê em bawerî, rêhevaltî û têkoşîna xwe xurtir bikin. Wek jin em di refên herî pêşên têkoşînê de ne. Divê em zêdetir bin. Divê em pirtir bibin! Pêwîst e ku em têkoşîna xwe ya li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr mezintir bikin û civakê biparêzin.

Em di astek dîrokî de ne ku mezinkirina rêxistinbûna jinê û parastina civakê gelek girîng e. Di vê pêvajoya dîrokî de ez we hemûyan silav dikim û serkeftinê dixwazim."

Konferans piştî axaftinê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.