Hulya ya ji Hatayê: Êşa me jî mîna hêrsa me mezin e!
Li Hatayê Hulya Kavuk a mexdûra erdhejê ye dibejê ku pirbûna nifûsa Elewiyên Ereb ên li bajêr sedema herî mezin a negihîştina alîkariyê ye, diyar kir ku dewlet 3 rojan bi girtina çavên xwe bûye sedema qetlîamê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay- Li Hatayê piştî du erdhejên mezin ku navenda wê Mereş bû, hilweşandinek mezin pêk hat, herî dawî jî di 20’ê Sibatê de du erdhejên cuda pêk hatin. Hat hînbûn ku piştî erdheja li Defne û Samandagê xisarên li bajêr girantir bûne û hê jî cenaze ji bin xirbeyên avahiyan tên derxistin. Li bajarê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine meşandin, bi sedan cenazeyên winda hene û pêdiviyên jiyanê yên şêniyên bajêr bi temamî nehatine bicihanîn.
Roja erdhejê di bîra mirovan de zindî maye
Li bajarê ku navçeyên wê Antakya, Defne, Samandag û Îskenderûnê veguherîn xirbeyan, gelek caran erdhejên biçûk pêk tên. Tê zanîn ku hemwelatiyên piştî erdhejê nikaribûn xwe ji travmayê xilas bibin, li konên serayê yên ku dîtine yan jî li stargehên bi xwe ava kirinê dimînin, bi hezaran kes neçar man ji bajêr koç bikin. Ji ber ku hê di bin xirbeyan de cenaze derdikevin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi zelalî nayê zanîn, welatiyên ku bal kişandin ji aliyê dewletê ve tu alîkarî negirtine, tiştên ku bi hefteyan e dijîn bi gotinên: “Dewletê li vir gel tune hesiband û terkî mirinê kir.”
'Gelên li vir terkî qedera xwe hatin kirin’
Welatiya bi navê Hulya Kavûk ku di erdhejê de ji mala xwe derket û rizgar bû, hemû cîranên xwe winda kiriye, tiştên ku wê rojê û piştî vê jiyaye ji ajansa me re vegot. Hulya Kavuk destnîşan kir ku bajarê ku bûye xirab e û bi hevgirtinê hewl dide bijî, êşên hatine jiyîn dê demeke dirêj ji bîr nek e û wiha got: “Rojeke baran hebû, bi tirsnak bû, 2 rojan ne erdhej û ne jî baran nesekinî. Ne dewlet, ne leşker, ne polîs, ne şaredarî tunebûn. Kes tunebû. Hemû kes terkî qedera xwe hatibûn kirin. Mirov nizanibûn çi bikin. Min roja ewil di erdhejê de keça xwe winda kir, wê rojê ez li kuçe û kolanan li keça xwe geriyam û danê êvarê min keça xwe dît. Dema ku ez li keça xwe digeriyam, qîrînên ku min ji bin xirbeyan bihîstin, bandorek pir xerab li min kirin. Ez nikarim qêrîna mirovan a ku digotin 'me xilas bikin' ji bîr bikim. Ez bi lingên xwe yên tazî bi girî li taxê geriyam, ji bo me hemûyan rojên pir dijwar bûn.”
'Wek êşa me hêrsa me jî mezin û zindî ye'
Hulya Kavuk, da zanîn ku hemû navçe û navendên bajêr hilweşiyane û wiha got: “Tu kes nikare tiştên ku me di wê rojê de jiyane bi me bide jibîrkirin, ez bawer nakim kes jî ji bîr bike. Ne xebata rakirina xirbeyan hebû, ne jî hukûmeta ku mirovan xilas dike hebû. Li qadê tenê dilxwaz hebûn. Me hewl da xizmên xwe bi hewldanên xwe ji bin xirbeyan derxin. Gelê vê derê travmayeke mezin dijî. Piraniya navendan hilweşiyan. Êşa me mezin e lê hêrsa me jî pir mezin e. Ji ber ku me tu kes li gel xwe nedît. Di vê saetê de jî em nikarin dewletê li gel xwe bibînin. Me hemû pêdiviyên xwe bi hewldana xwe û hewldana gelê xwe pêk anî.”
‘AKP-MHP hevkarên qetlîamê ne’
Hulya Kavuk diyar kir ku zêdebûna nifûsa Elewî ya Ereb a li bajêr sedema herî mezin a derengmayîna alîkariyê ye û da zanîn ku dewlet 3 roj bi girtina çavên xwe bûye sedema qetlîamê. Hulya Kavuk wiha axivî: “Ez ji roja ewil ve di ekîbên alîkariyê de dixebitim. Bêguman nifûsa Elewiyên Ereb sedema nehatina alîkariyê ye. Li vir polîtîkayên taybet tên meşandin û ji bo valakirina vê derê çi ji destên wan tê dixwazin bikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê 3 rojan mirovên ku sax bûn, terkî mirine kirin. Mudaxele nekirin. Ev jî wan navekî din ê qetlîamê ye. An te di şerekî de bajarek bombe kir an jî di erdhejê de bi rojan te li mirovan nenêrî, di çavên min de tu ferqa wan nîn e.”
'Ne Semsûr ne Maraş ne jî Hatay dê heqê xwe helal nekin’
Hulya Kavuk, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî. “Ev gel dê van rojan qet ji bîr neke. Sê rojan me dengê qîrîna mirovan bihîst û hêdî hêdî ew deng qut bûn. Ev hikûmet dê nikaribe hesabê vê yekê bide. Ev gel dê van rojan qet ji bîr neke. Ew baş dizanin ku li vir nikarin helaliyê bixwazin. Tu kes li vir dê heqê xwe helal neke. Ne Semsûr, ne Mereş û ne jî gelên li Hatayê dê heqê xwe helal nekin. Ev komkujî ye û berpirsyarên vê qetlîamê dewlet û hikûmeta AKP’ê ye. Rojekê teqez dê hesabê bidin vê gelê. Divê ji roja ewil hemû îstîfa bikirana. Gelekî pir mezin ji ber çavên xwe derxistin û em şahidên hemûyan bûn. Ewqas alîkarî hatin komkirin lê gel dîsa jî di nava zehmetiyan de ma.”