Hulya Ateş: Divê jin li dijî qirkirina zayendî serî hildin

Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Hulya Ateş got ku pêwîst e bi jinên Îranê re hevgirtin bê mezinkirin û bang kir ku jin ji kîjan nijadê bin bila bibin divê li dijî qirkirina zayendî serî hildin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Elih – Di pêvajoyên dawî de bertekên li dijî qetilkirina jinan li Îran, Ermenistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Di bûyerên qetilkirinê de lixwekirina cilan û xuyabûna porê jinan jî weke hincet tên nîşandan. Li Îranê qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî bi hineceta ‘xuyakirina porê wê" û li Ermenistanê bi îşkenceyê teşhîrkirina bedena leşkera jin, di çapemeniyê de bertekên mezin derxist holê. Li Tirkiyeyê jî her roja derbas dibe hejmara jinên tên qetilkirin zêdetir dibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hatayê Hulya Ateş a ji gelê Ermenî ye anî ziman ku divê di pêvajoya tê jiyîn de jin zêdetir xwe bi rêxistin bikin, bang kir ku jin ji kîjan nijadê bin bila bibin divê li dijî qirkirina zayendî serî hildin.

"Em hemû vê ferasetê nas dikin"

Hulya Ateş da zanîn ku bûyerên di pêvajoya dawî de li Rojhilata Navîn hatine jiyîn gelek tiştan nîşanî jinan dane, diyar kir ku ew weke jin pêvajoya li Îran û Ermenistanê ji nêz ve dişopînin. Hulya Ateş diyar kir ku li vê erdnîgariyê jin, ji raboriyê heta niha bi îşkence û destavêtinê tên qetilkirin, bedena wan weke hebûneke ku jê were şermkirin tê teşhîrkirin û wiha got: "Yên ku difikirin dê jin ji teşhîrkirina bedana jinan ji xwe şerm bikin, îro li Ermenistanê heman tiştî kirn. Ya ku li Îran, Ermenistan û vê derê tê kirin heman feraset e. Bi rastî jî li ser por û bedena jinan hincetên qetilkirinê ji xwe re dibînin. Em hemû vê ferasetê nas dikin. Ev polîtîkayeke şer e, ew yek di polîtîkaya şer de jî sûc tê hesibandin lê mixabin di pêvajoya niha de tu tiştên der barê jinan de sûc nayê hesibandin û ev sûcên ku tên kirin jî bêceza dimînin.”

“Ji jinên birêxistinkirî ditirsin”

Hulya Ateş da zanîn dewletên zordest ji jinên rêxistinkirî ditirsin, bi vê tirsê bi pêkanînên dijmirovahî jinan qetil dikin û peyama divê jin li hemberî vê tirsê hêza xwe ya rêxistinbûyî hîn xurtir bikin da. Hulya Ateş da zanîn ku dê destûr nedin desthilatdarî, li ser bedena jinan siyasetê bikin û ev yek diyar kir: “Em weke jin soz didin ku em ê her dem bi awayekî serbilind û rêxistinkirî têkoşîna xwe bidomînin."

“Divê em ruhê hevgirtinê mezin bikin"

Hulya Ateş çalakiyên li Îranê jî nirxand, herî dawî wiha got: “Li Îranê binêrin serhildanek çêdibe, hicab tên şewitandin, por tên jêkirin, cîhan jî deng dide vê yekê. Niha li wir serhildanek jinan heye. Jinên li Tirkiyeyê jî di rewşeke pir dijwar de dijîn. Em di welatê xwe de jî van tiştan dijîn. Di pêvajoya tê jiyîn de em dibêjin ka em ê çawa pêşiya wan tiştan bigrin. Helbet em jin jî divê bi hişmendiya nasnameya xwe birêxistin bin. Divê em li dijî feraseta mêr a ku me ji nedîtî ve tê, bibin yek û ruhê hevgirtinê bilind bikin. Em hebûn, em hene û em ê hebin.”