HTŞ ya cîhadîst di 3 rojan de 35 kesan qetil kir
Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê ragihand ku çeteyên girêdayî rêveberiya demî ya HTŞ'ê di nava 3 rojan de 35 kes qetilkirine ku piraniya wan efserên serdema Esad bûn.
Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên girêdayî rêveberiya demkî ya ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Şamê ava kiriye, di 72 saetên dawî de 35 kes înfaz kiriye ku piraniya wan efserên serdema Esed in.
Rêveberiya Demkî ya HTŞ'ê ragihand ku ji ber "binpêkirinên" nediyar ên li herêma Rojavayê Humsê gelek kes girtine. Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê roja Înê ragihand ku kesên ku rayedaran îdia kirin "endamên girûpeke tawankar in", sûdê ji pişkinîna ewlekarî girtin û "bi xuyakirina mîna endamên hêzên ewlekariyê" nêzîkatiyên xirab li hemberî niştecihan raber kirin.
SOHR'ê di daxuyaniya xwe ya duh de got, "Ev girtin piştî binpêkirinên giran û înfazên ku di 72 saetên dawî de 35 kesan jiyana xwe ji dest dane, pêk hatiye" û got, "endamên kêmîneyên olî rastî heqaretê hatin." Hat diyarkirin ku piraniya kesên hatine înfazkirin efserên berê yên hikûmeta Esed in ku li navendên ku rêveberiya nû ava kirine bûne.
'Zilmek bê hempa'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Bi dehan endamên komên çekdar ên xwecihî yên di bin kontrola hevbendiya Îslamî ya Sunnî ya nû de ku beşdarî operasyonên ewlekarî li herêma Humsê bûn hatin girtin." SOHR'ê bûyerên wekî "Girtiyên bêhiqûqî yên girseyî, îşkenceyên hovane, êrîşên li dijî sembolên olî, îmhakirina cenazeyan, înfazên hovane yên sivîlan" rêz kir û diyar kir ku ev "asta zilm û tundiyê ya ku mînaka wê nehatiye dîtin" nîşan dide.