‘HTŞ û SNA ji bo jinan tehdîd in’

Tora Piştgiriya Jinê û Tora Femînîst a WANA diyar kir ku HTŞ û SNA mafên jinan û têkoşîna li Sûriyeyê paşguh dikin û banga piştgiriyê li civaka navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan – WANA (Rojavayê Asya û Bakurê Afrîkayê) Tora Hevgirtina Jinan (WWSN) ragihand ku êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) yên li Sûriyeyê jiyana jinan dixe metirsiyê. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku serokên wan ên ku berê têkiliya wan bi komên îslamî yên radîkal re hebû, di derbarê mafên jinan de bawerî nadin. WANA'yê diyar kir ku ew bi jinên Sûriyeyî re di nava piştevaniyê de ne û ev daxwazan kirin: Dewleta Laîk, Serokatî û Beşdariya Jinê, Wekheviya Zayendî, Desthilatdariya Jinê û Parastina Ji Tundiyê.

WANA'yê diyar kir ku ew ê muzakereyên aştiyê û ji nû ve avakirina Sûriyeyê ji nêz ve bişopînin û banga piştgiriyê li têkoşîna jinan kir. 

Ew nikarin dîsa winda bikin

Tora femînîst a navneteweyî ya bi navê Women Living Under Muslim Laws (WLUML) jî destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û komên Îslamî yên ku li vî welatî bi hêz dibin, dikare bandorên neyînî li ser azadiya jinan û pêşeroja welat bike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komên Îslamî bi îdeolojiyên ku mafên jinan napejirînin tevdigerin û ev kom xeteriyeke cidî li ser siberoja Sûriyeyê dixwin. WLUML'ê diyar kir ku ev kom rîska sûdwergirtina ji valahiya siyasî heye ku mafên jinan ên bi têkoşîna salan bi dest xistine paşve bixin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke li Îran, Efganistan û Iraqê windakirina destkeftiyên jinan li Sûriyeyê jî dubare bibe."

Tora femînîst daxwaza piştevaniyê ji civaka navdewletî kir da ku jin li derveyî proseyê nemînin piştî rûxandina Esed.