HRW: Li Îranê îşkence li zarokan hatiye kirin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku di serhildana 8 mehan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 68 jê zarok zêdeyî 537 kesan hatine qetilkirin û bal kişand ku zarokên ku hatine binçavkirina rastî îşkenceyên zayendî û fizîkî tên.
Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îran û Rojhilalê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kir di meha xwe ya 8’an de didome. Hêzên hikumeta Îranê ji bo tepisandina serhildanê hemû rêbazên kuştin, îşkence, girtin, êrîşên zayendî û windakirina zarokan bi kartînin. Vê carê ev binpêkirinên ku li Îranê tê jiyankirin Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) piştrast kir.
Zarok bi sûcên bê bingeh tên darizandin
Rêxistinê diyar kir ku li Îranê zarokên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên binçavkirin, bêyî ku agahî bide malbatên wan bi hefteyan tên binçavkirin û wiha got: “Dozger rê nade parêzerên ku ji aliyê malbatê ve tên girtin parastinê bikin. Zarokên ku tên binçavkirin bêyî parastina xwe bikin der barê wan de biryara girtinê digrin. Zarok bi sûcên bê bingeh tên darizandin. Xwendekarên ku hatine berdan divê perwerdeya xwe bidomînin û vegerin jiyana xwe ya asayî. Lê belê bi birina alîkariyên civakî re, zarok neçar in li kar bigerin.”
Li zarokan Îşkence tê kirin
Lêkolînera Îranê ya rêxistinê Tara Sepehrifar der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Rayedarên Îranê ji bo li zarokan îşkenceya zayendî bikin, hêzên hovane berdan û ew ji darizandinên bê maf û dûrî aqil rizgar nekirin. Rayedar, di heft mehên dawî de di çarçoveya erkên bi zorê yên dewletê de fireh kirin hemû kes û heta ku ji bêdengkirina zarokan jî şerm nekirin.”
Bûyerên îşkenceyê hatin belgekirin
Rêxistina Mavdêriya Mafên Mirovan da zanîn ku ji Îlona sala borî ve heta meha Sibatê binpêkirinên li beramberî 11 zarokan hatine kirin hatin lêkolînkirin. Li gora zanyariyên ku hatine bidestxistin hêzên ewlehiyê di dema binçavkirinan de kelebçe xistine destên zarokan, çavên wan girtine û îşkence lê kirine. Rêxistinê îşkenceya li hemberî zarokan belge kirin û ev zanyarî parve kir: “Tundîtûjî li hemberî zarokek kur ê 8 salî hat pêkanîn, li hemberî zarokek 17 salî tacîza zayendî kirin, bedena zarok şîn bû. Xwendekarek keç jî got hêzên ewlehiyê ew avêtiye ber sobeya pêxistî. Xwendekara ku agir bi cilê wê ketin birin lêpirsînê, qamçî lê da û piştre girtin. Hêzên ewlehiya Îranê li bin neynûkê zarokekê derzî lê dan, ji bo cihê du zarokên ku lê digrin bêjin îşkence li wan kir. Piştî ku kehrebeyê pê girt û piştî êrîşa zayendî du caran hewl da xwe bikoje. Gelek binpêkirinên cuda yên ji aliyê çalakvan û saziyên civaka sivîl ve hatine ragihandin hene.”
Cezayê jêkirina lebat li 28 zarokan hat birîn
Li gorî zagonên Îranê zarok tenê ji aliyê dozgerên pispor û dadgehên zarokan ve dikarin werin darizandin. Lê belê sê zarok bi beşdariya 16 şahidan ji dozên ku li wan hatine vekirin yek hat dîtin. Zarokên ku di vê dozê de li dadgeha şoreşê hatin darizandin. Ji ber zarokan di dadgehê de tu parastina wan nehat kirin, rê nehat dayîn ku parêzerên bixwazin bigrin. 25 sal cezayê girtîgehê li zarokan hat birîn. Parêzerekî Îranê destnîşan kir ku cezayê birîna lebat li 28 zarokan hat birîn.
537 kes hatin qetilkirin
Rêxistinê di malpera xwe ya fermî de parve kir ku di serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 537 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin û ji vana herî kêm 68 jê zarok in. Rêxistinê berê jî aşkere kiribû ku di dema xwepêşandanan de cenazeyê Nika Shekarmî û Sarina Ismailzade ku piştî 10 rojên winda bûbû hat dîtin, gelek zarokên din jî di nav de hatine qetilkirin. Destnîşan kirin ku li wîlayeta Gohardasht Nika Shekarmi û Sarina Ismailzadeh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bi îşkenceyê qetil kirin, ferdên malbatê jî hatin binçavkirin. Rayedarên Îranê îdia kirin ku herdu zarokên keç ji avahiyê ketine û jiyana xwe ji dest dane.