HRW: Erêkirina Zagona Rewşa Kesane wê jiyana jinan bixe xeterê

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) diyar kir ku guhertina zagona Rewşa Kesane wê bibe sedema binpêkirina peymanên navneteweyî û jin û zarok ji mafên xwe yên aborî, civakî û çandî bêpar bimînin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Şiî guhertinek ji bo Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’ê pêşkêşî parlamentoya Iraqê kirin. Ger ev zagon were pejirandin, wê zewac ji derveyî fermiyetê jî bikaribin pêk bên. Her wiha zewaca zarokên 9 salî ji bo keçan û 15 ji bo kuran rewa dike. Di heman demê de mafê xwedîkirina zarok ji destên dayikê digre. Der barê hewldanên ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane de, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) daxuyaniyek parve kir.

‘Ji bo jin û zarokan bi xeter e’

Human Rights Watch di daxuyaniya xwe ya bi sernavê ‘Parlamentoya Iraqê hewl dide zewaca zarokan zagonî  bike, bi erêkirina vê zagonê, mafên jin û zarokan dikeve metirsiyê’ de wiha got:  “Ger ev zagon were erêkirin wê Iraq du peymanên navneteweyî ku bi xwe jî îmze kirine, binpê bike. Ew jî Danezana Mafên Zarokan û peymana nehiştina hemû cureyên cudahiyên li dijî jinan e. Wê guhertina zagonê bibe sedem ku zewac ji derveyî fermiyetê jî pêk werin û zewaca zarokên keç ên 9 salî jî rewa bike. Di heman demê de mafê xwedîkirina zarok ji destên dayikê jî tê girtin.

Mijara zewaca derveyî dadgehê, niha li Iraqê pirsgirêkek sereke ye û ji ber vê jî di dema 20 salên borî de rêjeya zewaca zarokan bilind bûye. Li gorî rapora UNHCR’ê ji sedî 28’ê jinên li Iraqê, di bin temenê 18 salî de tên zewicandin. Her wiha li gorî daneyên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, ji sedî 22 zewaca ne neqeydkirî keçan, di bin temenê 14 salî de ye. Zewaca ji derveyî dadgehê, jinan ji hemû mafên wan bêpar dihêle û nikarin ji xizmetên hikumetê jî sûdê bibînin.

Maf nade ku jinên hê zarok in di nexweşxaneyan de biwelidin. Bi vê re jî jiyana gelek jinên ciwan û kuran dikeve bin metirsiyeke cidî. Her wiha zarokên ku di encama zewaca ne fermî de ji dayik dibin, ji mafên nasname û xwendinê jî bêpar dimînin. Guhertina zagonê wê bibe sedema binpêkirina peymanên navneteweyî û sedema ku jin ji mafên xwe yên aborî, civakî û çandî bêpar bimînin.”