HRW: Êrişên dewleta Tirk sûcên şer in

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got, “Êrişên dewleta Tirk sûcên şer in.”

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ê ji Cotmeha 2023’an ve êrişên xwe yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, di van êrişan de bi dehan binesaziyên heremê armanc girt. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan - HRW) di rapora xwe ya derbarê êrişên dewleta Tirk de anî ziman ku êrişên tên kirin sûcên şer in.

Rêxistinê di rapora xwe de wiha got: "Bombebarankirina binesaziya sivîl a stratejîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve, jêderên jiyanê li vê herêmê xiste xetereyê. Di encamê de kehrebe, xebatên tenduristiyê û xizmetguzariyê tev rewastîn."

Bi milyonan kes bê kerabe man

Rêxistinê bi bîr xist ku di dawiya Cotmeha 2023`yan, di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi milyonan kes bê kehrebe man. Her wiha diyar kir ku di Kanûn û Çileyê de jî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin û navendên tenduristiyê û rêyên stratejîk ku karmendên alîkariyê bi kar dianî bombebaran kirin.

Sûcê şer in

Rêxistinê bi bîr xist ku êrişên li dijî herêmê ku di encamê de zirar li sivîlan û navendên sivîl bûn, li gorî qanûna mafên mirovan a NY`yê qedexe ne. Rêxistinê êrişa sîstamatîk a binesaziya sivîl wekî sûcekî şer wesifand.