"Hozan Mizgîn bû dengê jina Kurd"
Şemsê Mihemed Tahir yek ji dayikên Kobanê ku bi eşqa dengê hunermend Hozan Mizgîn bandor bûye dibêje: "Dema ez dengê Mizgîn dibihîsim rehet dibim."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Hozan Mizgîn a bi dengê xwe ketiya mala hemû Kurdan 11’ê Gulana 1992’an li Tatwana Bedlîsê di çalekiyekê de di dilê hemû Kurdan de nemir bûye. Di salvegera bîranîna wê de Şemsê Mihemed Tahir a weke her jinek Kurd hêzek mezin ji dengê wê girtiye diyar kir ku dengê Hozan Mizgîn ji bo wê cuda ye.
"Li ser şopa Mizgînê xebatên xwe pêş dixin"
Şemsê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Hozan Mizgîn û wiha got: "Destpêkê ez hemû şehîdên tevgera azadiyê bi minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Bi rastî dema ku mirov dengê Mizgînê dibihîst hem xemgîn dibû, hem jî kêfxweş dibû. Di nava hemû stranên Hozan Mizgîn de dîrok, destan û çîrok hene. Mirov heyrana dengê wê dibû, ez bi xwe aşiqe dengê wê me. Her tim dema ku li ser ekranên televîzyonê derdikeve heya roja îro jî ez li dengê wê guhdar dikim. Destpêkê hunermendên jin gelekî kêm bûn lê piştî şehadeta şehîd Mizgîn êdî gelek ciwanan cihê xwe di nava qada çand û hunerê de girtin û hin ji wan li ser şopa şehîd Mizgîn xebatên xwe didomînin. Pêşketina qada çand û huner îro bi saya keda şehîd Mizgîn û rêhevalên wê ye, îro bi hezaran jinên ciwan rêça şehîd Mizgîn dişopînin û hewl didin ku xwedî li keda wê ya hunerî derkevin. Dema ku mirov stran an helbestek dibêje wê demê mirov valatiyekê najî, berovajî mirov hestên xwe tîne ziman. Bi saya dengê van hunermendan em bi êş, azar û dîroka gelê Kurd hesiyan."
"Bi stranên xwe dengê Hozan Mizgîn zindî bikin"
Şemsê teqez kir ku dengê Hozan Mizgîn di nava wan de her dem zindî ye û wê zindî bimîne wiha bi dawî kir: "Hunermend Mizgîn di nava tevgera azadiyê de bi têkoşîn û berxwedana xwe tê nasîn. Mizgînê bi du şêwazan li dijî dijmin şer dikir. Milekî wê çek û milê din jî stran bû. Em ê her dem rêya wan bidomînin û çanda resen xurt bikin, ji ber kesên wiha dîroka me ne. Dema mirov li stranên wiha girîng guhdar dike rastiya gelê Kurd derdikeve holê. Hozan Mizgîn bi cesaretek mezin stran digot. Ew hem şervan bû hem jî hunermendek bi nav û deng bû. Erka me ya sereke ew e ku em dengê wiha bi wate zindî bihêlin. Ji ber hişmendiya civakê niha pir jin hene ku nikarin dengê xwe derxin. Lê divê jinên dengê wan baş e kevneşopiya civakê bişkînin û li pey xeyalên xwe bimeşin. Dijmin dixwaze çanda me winda bike, li dijî van êrîşan divê em çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."