'Hişyariya li dijî tundiya li ser jinê girîng e'

Derûnnas Papula Abdullah bal kişand ser tundiya dijîtal ku di nava cureyên tundiya li ser jinê de ye, destnîşan kir ku bi çalakiyên hişyarkirinê dikarin li dijî tundiya dijîtal têkoşîn bê kirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Li Herêma Kurdistana Federe tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Desteka PDK'ê ya ji polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên dewleta Tirk re, ne tenê zerarê dide avakirina aştiya civakî û yekîtiya neteweyî, di heman demê de bingeha zêdebûna şîdeta mêran jî dide. Daîreya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nikare ji bo pêşîgirtina tundiyê li ser jinê polîtîkayên xurt pêş bixîne, derbarê qetilkirina jinan, bûyerên tundî û mirinên bi guman de raya giştî baş agahdar nake. Di daneyên herî dawî yên sala 2022’an de hatiye weşandin; Hat diyarkirin ku 73 jin bi guman hatine qetilkirin an jî mirine.

Li gorî bîlançoya şîdetê ya ku ajansa me NUJINHA Soranî amade kiriye, der barê tundiya li ser jinê ya ku gihiştiye asteke ku nayê veşartin, ji agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtine û ketine destê wan, li Herêma Kurdistana Federe di neh mehên yekem ên sala 2023’an de 64 jin hatine qetilkirin an jî jiyana xwe ji dest dane. Em ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê ve diçin, rêxistinên jinan xwe amade dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê zêdetir bidin xuyakirin.

‘Piraniya bûyer ji jinên ciwan pêktên’

Derûnnas Papula Abdullah bal kişand ser tundiya dijîtal ku di nava cureyên tundiya li ser jinê de ye, destnîşan kir ku bi çalakiyên hişyarkirinê dikarin li dijî tundiya dijîtal têkoşîn bê kirin. Pepule Abdullah diyarkir ku bûyerên tundîtûjiyê her ku diçe zêde dibe û got: “Niha bûyeran herî diyar jinên ciwan ên dibin temenê 18 salî dene, bikaranîna medyaya dijîtal Snepchat, tîktok bûne sedemê zêdebûna rêjeyan. Mêr bi navê têkiliya hevaltî ji bo pêvajoya zewacê tundîtûjiyê pêktînin û jin zirarê dibînin. Ji ber dema tundîtûjiya zayendî hebû, tenê cûrek bû lê belê niha di nava her tundîtûjiyekê de çend tundîtûjiyên din derdikeve.”

‘Ne hişyariya jinan wisa kiriye ku tundîtûjî zêde bibe’

Pepule Abdullah da zanîn ku tundîtûjiya derûnî yek ji wan tundîtûjiyane ku niha di astek bilind de ye û wiha domand: “Raste bûyer zêde dibin, lê belê gelek bûyer hene em jê bê agahîne û weke bûyer tomar nakin. Ji ber niha jin bi giştî nikarin ewqas hişyar bin ku ji erk û mafê xwe agahdar bin. Ji ber wê nizanin li kuderê tundîtûjî beranberî wê tê kirin da ku gilî bikin. Bi belavkirina wê rêjeyê hinek deman pirsgirêk mezintir dibe, tundîtûjiya di nava civak û malbatê de asayî dibînin.”

‘Rewşa aborî û civakî bûyerên tundîtûjiyê zêde kiriye’

Pepule Abdullah destnîşan kir ku rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtûjiyê bi çend awayan nêzî dozan dibe, parastina jinên ku berê xwe didinê dike û lêkolînê li gel dikin. Pepule Abdullah wiha got: “Ji ber wê jinên ku tundîtûjî li beramber tê pêkanîn di aliyê derûnî de ne aram in. Divê xeta 119 hertim ji bo bûyerên tundîtûjiyê çalak be daku hertim li hawara wan biçe. Rewşa aborî, civakî û derûnî wisa dike ku bûyer zêde bibin û her ku biçe wê zedetir bibe. Jin heta astekê ji rêveberiyê û xeta 119 şarazane. Lê belê heta niha nebûne sedemê sereke ji bo kêmkirina tundîtûjiyê. Divê civak û malbat hişyar bin û di nav de jin hewla xwe hişyarkirinê bidin daku vê tundîtûjiyê rawestînin.”