Hêrsa tolhildanê li çiyayan deng vedida

Kulîlkan gora wê dorpêç kiribûn bedewiya wê ya tevahî jiyana xwe di oxira azadiyê de dabû, di gora wê de jî diyar dibû. Ew xak jî bi wan pakrewanan serbilind bû.

BERJÎN KARA

Mexmûr-Cîhan pir sar bû, lê ev sarbûn ne ji rewşa hewayê ji êş û xemên di dilên şkestî de bû. Dem hêdî hêdî diherike êş û azarên dayîkan li wî jî giran hatibû û ew jî ji herikînê şerm dikir. Zivistaneke sar û seqem bû lê îxanet û komploya ku weke gel li ser me hate meşandin ji serma û seqema zivistanê dijwartir bû. Roja ku êş vediguherî hêrsan, xemg û lorîk dibû helbestên tolhildanê.

Ev kemîna bêbextane ya ku li hember me danîbû rûyê xwe yê reş car din derxist li ser dîka dîrokê. Di 23’ê Kanûna 2022’an de careke din piştî komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ji taritî û dijwarbûna komployê derket. Jiyanê sê rih û bedenên xweşik ji me stand û rastiya mirinê cardin xist ber çavê me. Ji me Evîn Goyî bi nasnav Emîne Kara ya ku jiyan û şoreşa gelê Kurd ji xwe re kir soza jiyanê, Mîr Perwer ê ku ji bo çanda Kurd heya dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe da û Abdurrahman Kizil ê ku heya temenê dawiya emrê xwe ked da şoreşa gelê Kurd, stand.

Jiyanekê tije bi têkoşîn

Evîn Goyî, heta roja ku di encama komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza gelê xwe têkoşîya û berxwedan kir, çi li serê çiyan be çi li bajarên Kurdistanê be. Keça çiyayên azad, xeribê çiyayên welatê xwe bû di dilê wê de her tim roja vegera welat hebû. Evîn di beden û rihê xwe de gihişt welatê xwe gihişt çiyayên welatê xwe ku her kevirek yê wî bûyî şahidê berxwedana keç û xortên Kurdan.

Gelê Kurd xeyalên Evînê bi cih anîn û wê di 5’ê Çileya 2023’an de gihandin çiyayên welatê wê. Ji bo merasîma wê gel li hev kom bûn ji welatên Ewropa, ji başûrê Kurdistanê û ji wargeha penaberan a Mexmurê. Wargeha penaberan, wargeha ku hemu jiyana xwe daye vê şoreşê, li beramberî hemu êrişên dijmin bi berxwedaniyek pir mezin tu caran dest ji şoreşa xwe bernedane. Hertim xwedî li doza xwe û şehîdên xwe derketine. Ji bo ku xwedî li Evînê jî derkevin li beramberî hemu zorî, zehmetî û komployên dijmin ketin ser rêyên tijî kemîn. Girêdana wan ya bi şehîdên wan re û hêrsa wan ya li beramberî dijmin bêyî ku serma zivistanê û xeteriyên li ser rêyan bi fikirin ji wargehê sedan kes ji bo merasîmê ketin ser rêyan û gihiştên cihê ku cenaze lê cih digirt.

Lorîkên dayîkan peyama bilindkirina têkoşînê bû

Cenaze ji balafirgeha navneteweyî ya Silêmanî hat girtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî. Li wir malbatê cenazeyê xwe girt, malbat li gel xemgînî ya xwe bi şehîdê xwe serbilind bû. Lorînên dayîkan li her çar aliyê mizgeftê dorpêç dikir, rondik ne tenê ji çavê wan ji dilê wan jî dibarîn. Asîman jî wekî ku bi qêrînên dayîkan hesiya bû hêstir dirijand, qêr dikir bi birûskên xwe bang dikir, dikir hewar ser çiyayên Kurdistanê. Qêr û hewarên dayîkan mûyên laşê mirovan direcifand, ji çavên wan rondikên ji xwînê diherikîn, destê wan li hewayê banga xwe digihînin Xweda. Ew hewar û lorîkên dayîkan ji bo me ne lorîkên gilî û gazinan bû, hêrsa mezin a  li dijî faşîzmê û peyama bilindkirina têkoşînê bû.

Keça çiyayî li gel rêhevala wê spartin axê

Stranên wan yên xemgînî dilê mirov dişewitand. Kî wê qêrînên wan dayîkan bibihîze? Kî wê êşên di dilê wan dayîkan de hîs bike? Kî wê birînên wan dayîkan bipêçe? Di nav wan xeman de Evîna ku evîndarê welatê xwe ji bo spartina axê berbi çiyayê Qendîlê ve birin. Çiyayê ku ji keç û xortên xweşik re, çiyayê ku di nava her kulmek axa wê de şopên lingê heskiriyên welatê xwe heyî, çiyayê ku bûyî stargeh ji bo xwediyên vê dozê re. Evînê li vê xaka pîroz li kêleka rêhevala wê Şîlan Goyî bi minetdarî spartin axê. Evîn di dawî de giha xaka xwe, giha welat û xeyalên xwe.

Evîn bû soza bilindkirina têkoşînê

Dayîkan li ser gora wê dest bi lorîn û stranên xwe kirin ku di nav de êş û xemên xwe di gotin. Li gel xemgîniya xwe hêrsa xwe ya li beramberî dijmin jî di anîn ser ziman, ev hêrs di çavê wan de jî xuya dikir herçiqasî êşa wan mezin jî be qet serê xwa xwar ne dikirin bi şehîdên xwe serbilind û bi kesayeta wan hêz digirtin. Li ser gora wê soza berdewamkirina têkoşîna wan didan, soza tolrakirinê didan. Êş û hêrsa xwe gihandin her aliyê cîhanê. Gora wê bi kulîlkan xemilandin û dayîkan yek yek gul danîn ser gora Evîna rojê, evîndara welatê xwe. Jina xweşik û bedew, ken qet ji rûyê wê xilas ne dibû û ew ken di bû tirs ji dijmin re. Evîn, bi berxwedan û hêza xwe bû mînak ji jinan re. Jiyana wê çawa bi rûmet bû mirina wê jî wisa bi rûmet bû.

Min dît ku ev xak bi pakrewanan serbilind e

Min jî di merasîmê de cihê xwe girt, min girêdana gelê wargeha penaberan ya bi şehîdên xwe re bi çavên xwe dît û hîs kir. Heskirina wan ya li beramberî şehîdên xwe dikare hemu hêza cîhanê li pey xwe bihêle. Ew qêrîn û hewarên wan dayîkan di min de hestên pir cuda da avakirin, li ruxmê xemgînî ya wan serbilindiya wan ya ji şehîdên wan re di min de hêvî û hêrsek pir mezin da çêkirin. Min stranên wan di hemu bedena xwe de hîs kir. Di dema soz dayîna ji pakrewanên xwe re ew hêrs û baweriya wan di tona dengê wan de xuya dikir. Kulîlkan gora wê dorpêç kiribûn xweşiktiya rih û bedena wê di gora wê de jî diyar dibû. Ew xak jî bi wan pakrewanan serbilind bû.