Hiqûqnasa Kurd: Dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dike

Hevseroka Yekitiya Giştî ya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîra Cemal Dîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker zagonên navneteweyî binpê dike û li dijî gelên herêmê sûcên mezin dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî hilweşandina rejîma Baasê ku hêviyên gel di avakirina Sûriya nû de pêk nehatin, dewleta Tirk a dagirker êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi rojan e li Bendava Tişrînê şerekî giran heye û gel bi îsrar piştgiriya şervanên QSD’ê dike. Li bendava Tişrînê di nav 14 rojan de 16 kes hatin qetilkirin û ji 90’î zêdetir kes birîndar bûn. Hevseroka Yekitiya Giştî ya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîra Cemal Dîn ji ajansa me re rewşa dawî ya herêmê nirxand.

‘Hebûna dewleta Tirk krîzê zêde û kûrtir dike’

Beşîra Cemal Dîn da zanîn ku bi hilweşandina rejîma Baasê re hêviyên gelê herêmê xurtir bûne, texmîn kirine ku ewê dawî li şer were û Sûriya nû ya wekhev were avakirin. Beşîra diyar kir ku digel van hêviyan êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, ewlehî û aştiya li herêmê binpê dikin û wiha got: “Her kes dizane ku di sala nû de rejîma Baasê hilweşiya. Bi vê yekê hêviya gelên Sûriyê xurtir bû. Di van roj û kêliyên dîrokî ku piştî berxwedaniya 14 salan a gelê herêmê sîstema desthilatdar a rejîmê têk çû de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girantir kir. Em li vê derê pirs dikin ka çima ev êrîş û qetilkirin ji aliyê dewleta Tirk ve di vê guherîna Sûriyê de tên kirin? Hebûna dewleta Tirk di xaka Sûriyê de, nayê qebûlkirin. Niha hikûmetek demkî heye û em dixwazin çareseriya krîza Sûriyê bi rengekî siyasî li Sûriyê were çareserkirin. Hebûna dewleta Tirk krîzê zêde û kûrtir dike.”

‘Armanc qirkirina gelê Kurd e’

Beşîra Cemal Dîn destnîşan kir kû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, qirkirina gelê Kurd bingeh digre û wiha anî pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd qir bike. Tevger û rêxistinên ku bi pêşengiya Kurdan hatine avakirin û her kesê di bin sîwana wê de xwe birêxistin kiriye, dijberî berjewendiyên xwe dibîne. Dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê ji derveyî êrîş û binpêkirina zagonan tiştek nake, mafê wê tuneye êrîş bike û herêmê dagir bike. Gerek ji xaka Sûriyê derkeve. Ji ber ku rojane em kiryarên wan ên dijmirovî dibînin, her dem sivîlan qetil dike.”

‘Dewleta Tirk peymana agirbestê ya 2019’an binpê dike

Beşîra Cemal Dîn ragihand ku dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestê ya 2019’an binpê dike û li gorî wê gerek hesab jê were xwestin. Beşîra, bi van gotinan balê kişand ser binpêkirina peymanê: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya, garantorên peymanên agirbestê yên di sala 2019’an de di navbera QSD û Tirkiyê de ne. Ji ber vê yekê divê Amerîka û Rûsya bi erkên xwe rabin û helwestên cidî nîşan bidin, hesab ji dewleta Tirk were xwestin. Ji ber ku binpêkirin û sûcên şer ên li dijî sivîlan dike.”

‘Li bendava Tişrînê sivîl tên qetilkirin’

Beşîra Cemal Dîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku dewleta Tirk li bendava Tişrînê pêk tîne, got ku ev mînaka sûcên şer e û wiha axivî: “Li bendava Tişrînê berxwedaniyek dîrokî tê meşandin. Gel piştîgiriyê didin zarok û şervanên xwe da ku xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin, lê rastî qetilkirinê tên. Ev kiryar li ber çavên tevahî cîhanê tên kirin û belgekirin. Lewma em banga hişyariyê dikin. Em bang li desteyên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku bi awayekî lezgîn sûcên dewleta Tirk ên li hember herêmên me, bi dawî bikin û hesab jê were xwestin. Bêdengî şermeke dîrokî ye. Gerek her kes rabe ser piyan û ji bo ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin, dengê xwe bilind bike û wijdana xwe şiyar bike.”