Hiqûqnas Şîlan Çelîk: Divê li gor Peymana Cenevrê tevbigerin

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk têkildarî hedefgirtina sivîlan li Bendava Tişrînê axivî û peymana Cenevre bi bîr xist. Şîlan banga bidawîkirina sûcên şer kir û got: “Divê NY ji bo bidawîkirina êrîşan bang bike.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Êrîşên dewleta Tirki ên li dijî pira Qereqozak û Bendava Tişrinê ji 8’ê kanûnê heta niha didomin. Ji bo parastina Bendava Tişrînê ku çavkaniya enerjiya herêmê ye, ji 8’ê Çileyê heta niha di çalakiya nobetê de ne. Li dijî êrîşan daxwaza çareserî û aştiyê tê kirin, gelê sivîl ku li Bendava Tişrinê dest bi çalakiya nobetê kirin, bi rojane ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk ve tên hedefgirtin.

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de gelê sivîl tên hedefgirtin û sûcê şer tê kirin. Şîlan destnîşan kir ku divê Peymana Cenevreyê were pêkanîn û divê peymanek civakî ku li Sûriyê hemû gel û baweriyan nas dike, were îmzekirin.

‘Divê NY berpirsyariya xwe pêk bîne’

Şîlan Çelîk diyar kir ku divê saziyên navnetewî li dijî hedefgirtina sivîlan ku ji bo pêkanîna aştiyê diçin qadê, bikevin nava tevgerê. Şîlan anî ziman ku divê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (NY) di vê xalê de berpirsyartiya xwe bi cîh bîne. Şîlan Çelîk da zanîn ku li gel hilweşîna rejîma Baasê, li herêmê di gel de hêviya aştiyê şîn bûye û wiha got: “Pêkneanîna aramiya rêveberiya nû û tevgerkirina bi mêjiyê netew dewletê, pêvajo bi heman awayî didome. Rêveberî di herêmê de tenê daxwazên gelê Ereb li ber çav girtiye û baweriya gelên din înkar dikin. Ev model wê li herêmê aştî û aramiyê pêk neyne.”

‘Bi peymanek demokratîk divê bawerî û gel werin parastin’

Şîlan Çelîk da zanîn ku divê peymanek civakî ku gelê Kurd ê li herêmê, gelê Elewî û gelên din cîh digre bikeve meriyetê. Şîlan Çelîk wiha berdewam kir: “Li herêmê hê xeteriya qirkirinê dom dike. Lê belê rewşa heyî, pêvajoyek fikarên me yên şer û qirkirina li herêmê berdewam e. Berdewamkirina êrîşên li dijî gelê sivîl, xeteriya DAIŞ’ê jî dide fikirandin. Di vê xalê de tiştê ku divê destpêkê bê kirin, peymanek civakî ye. Dikare peymanek civakî ku hemû gelan û baweriyan digre nava xwe, bikeve meryetê.” 

‘Hebûna gelan tê înkarkirin’

Şîlan Çelîk destnîşan kir ku ji bo avakirina qadek aştiyane û bidawîkirina êrîşan, gelê sivîl ê ku berê xwe daye Bendava Tişrinê, bi awayek dûrî hiqûqa navnetewî tên hedefgirtin. Şîlan Çelîk bal kişand ku bi hedefgirtina sivîlan re sûcê şer û sûcê mirovî tê kirin. Şîlan ji bo bidawîkirina êrîşan û hedefgirtina sivîlan jî anî ziman ku rojnamevan, jin û şanoger li herêmê di êrîşan de jiyana xwe ji dest didin. Şîlan wiha got: “Em dikarin bêjin ku êrîşên li dijî gelê sivîl li dora Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir bûye. Bendava Tişrinê bendavek ku enerjî dîde gundên Minbicê, gel hem ji bo xwegihandina pêwîstiyên bingehîn û hem jî ji bo bidawîkirina êrîşan diçin herêmê û bang dikin. Gelê ku ji bo bang û nobetê kom bûne rastî êrîşan tên. Di van êrîşan de di nav de jin şanoger Bavê Teyar ku em hemû nas dikin, hatin qetilkirin. Ev rewş rastî nerazîbûna hemû kesan hat. Bavê Teyar ji bo me hemûyan bîr û boçûnê ye, bîrek çandî ye. Bi van êrîşan dixwazin vê bîrê tine bikin. Ev rewş di mirovan de bû sedema hers û êşek mezin. Li vê derê li cihê bidawîbûna şer û pêkanîna qada aştiyê, li aliyê din em dibînin ku rewşa berdewamkirina şer didome. Di serî de gelê Kurd, gelek bawerî û gel tên hedefgirtin.”

‘Ji bo parastina gelê sivîl divê saziyên navnetewî bikevin tevgerê’

Şîlan Çelîk destnîşan kir ku ji bo gelê li herêmê dijî qadek bi ewle ya zagonî were avakirin û berpirsyariya civaka navnetewî bi bîr xist û wiha got: “Bi van êrîşan hebûna vî gelî tê înkarkirin. Di van êrîşan de berpirsyartiya civaka navnetewî û rêxistînên navnetewî gelek mezin e. Qada şer hebe jî, têkildarî parastina sivîl, jin, zarok û kedkarên çapemeniyê gelek peymanên navnetewî hene. Divê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî tiştê pêwîst bikin. Niha valatiya ku di qada şer de ava bibe, wê bibe sedemê qirkirinê, ji ber ku niha li herêmê tu aramiyek nehatiye pêkanîn.”

‘Divê peymana Cenevre were pêkanîn’

Şîlan Çelîk herî dawî bal kişand ser Peymana Cenevreyê û wiha got: “Divê destpêkê guh bidin daxwazên gelê sivîl û pêşî li sûcê qirkirinê bigrin. Li welat salên dirêj sûcên şer hatin pêkanîn û em bûn şahidên wan. Di vê pêvajoyê de kesek jî hesab neda û kes nehat darizandin. Îro carek din heman sûc tên kirin û ji bo heman tişt neyên jiyîn divê tedbîr werin girtin. Peymana Cenevreyê ji bo di vî şerî de kijan rêgez werin pêkanîn bi awayek bingehîn sererast kiriye. Tu luksek welatan a li gor vê tevnegerin tuneye. Di vê wateyê de divê sûcê şer ê li herêmê bidawî bibe û êrîşên ku sivîlan dike hedef bidawî bibe.”