Hîna jî aqubeta Karolîn a di komkujiya Til Temir de wihdabûyî nayê zanîn
Di berbanga 23'ê Sibata 2015'an DAIŞ'ê bi tekbîra Elah û Ekber êrîşeke berfireh bi ser gundewarên navçeya Til Temirê de anîn. 262 jinên Aşûrî û kal û pîrên wan revandin, yên ku li hember wan ber xwe dan jî qetilkirin. Di 6’emîn salvegera komkujiyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn li goristana lê hatîn definkirin hatin bîranîn.
Hesekê - Navçeya Til Temir ji biçûktirîn navçeyên herêma cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û di heman wextê de jî wekî Sûriyeya biçûk tê nasîn. Til Temir li ser rêya Navdewletî ango M4 dikeve û di navbera sala 1933/1935'an de hat avakirin. Malbatên aşûrî û ermenî yên ku ji komkujiya Osmaniyan filitîn hatin Sûriyê li Serêkaniyê û Til Temirê bi cih bûn. Gundên li ber qiraxê Çemê Xabûrê avakirin û li wir bi cih bûn. Til Temir ji ber girîngiya wê ya stratejîk ji aliyê erdînigariyê ve ji sala 2012'an ve rastî êrîşên tê.
3 cara li ser hev êrîş birin ser Til temir
Di 8'ê Cotmeha 2012'an de komên çeteyên bi navê Artêşa Azad cara yek êrîşî gundên Til Temir taybet gundê Esfûriyê kirin, bi dehan malbatên Kurd yên ku li gund bi sedê salan jiyan dijiyan koç kirin. Cara duyem jî ji 13'ê Sibatê heya 20’ê Mijdara 2013'dan êrîşan domand. Çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî gundê Xêbiş û Esfûriyê kirin. Di 25'ê Mijdara heman salê de şervanên YPG'ê dest bi operesyonek bi navê Tohiladana Şehîdên Til Temir li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê her wiha rêya navdewletî M4 kirin. Di operesyona 4 rojan berdewam kir de 29 gund tevî dêrên Aşûriyan ji çeteyan hatin paqişkirin.
Êrîşa berbanga 23'ê Sibata 2015'an
Di berbanga 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi tekbîra Elah û Ekber êrîşeke berfireh bi ser gundewarên navçeya Til Temirê de anîn. Di wê berbangê de 262 jinên Aşûrî û kal û pîrên wan revandin, yên ku li hember wan ber xwe dan jî ew qetilkirin. Gelek ciwanên Aşûrî jî yên ku temenê wan nebûbû 18 salî çek rakirin û li dijî DAIŞ'ê berxwe dan. Di wê berbangê de Çemê Xabûr ji ber qetilkirina sivîlan bû geliyê xwînê. Paşê di riya diyalogên di navbera çete û Mitranê Dêra Mezin a Sûriyê a Aşûriyan, Aşûriyên ku hatibûn girtin 261 hatin berdan.
Karolîn hîn wundaye
Di nav 262 kesên hatî revandin de Karolîn Xelîl a 15 salî jî hebû. Lê tevî hemû hewiltanan jî malbata Karolîn nikarî tu agahiyê jê werbigre û hîna wunda ye Karolîn.
Herêm hîna di bin êrîşa de ye
9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta tirk û çeteyên giredayî wê dest bi êrişen li ser Serêkaniyê û Girê Sipî kirin. Bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, di nav de jin û zarok bi sedan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di Cotmeha heman salê de di navbera Emerîka û Tirkiyê de dîsa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de hevpeyman hatin morkirin. Lê ruxmê hevpeymanê jî êrişên dewleta tirk û çeteyên giredayî wê li ser herêmê ranewestiya. Herêm hîna gelek caran tê topbarankirin û şêniyê heremê neçarî koçberiyê dibin.
Roja 23'ê Sibata 2015'an rojeke reş di dîroka gelê Til Temir û taybet Aşûriyan de cih digre. Di 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke hovane û berfireh bi ser gundên Aşûriyan û navçeya Til Temirê de anî. Li hember êrîşan hemû netew bi hev re di yek çeperê de cih girtin û li hember êrîşan destanên dîrokî nivîsandin.
Di salvegera 6'emîn a êrîşê de û bi armanca bîranîna şehîdên berxwedana Til Temirê û her 5 lîstokvanên gogê ku di sala 2005'an de jiyana xwe ji dest dan, saziya malbatên aşûriyan serdana Goristana ku li gundê Til Şinan ê girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ye dikeve, kirin. Hêzên Meclisa Parastina Xabûr û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Natoru) û şandeyek ji Kongreya Star a navçeyê amade bûn. Piştî nimêja li gorî ola xirîstiyaniyan ji bo giyanê pakrewanan, Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Cemîle Kako axivî.
Cemîle Kako êrîşa 23'ê Sibatê bi tundî şermezar kir û şehîdên wê berxwedanê bi bîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em bi tundî êrîşên ku li ser Xabûrê hate kirin, şermezar dikin. Bûyere ne ji rêzê bû û ne jî normal bû, mîna ku kabûsek bû li ser gelê me. Berbanga 23'ê Sibatê dengê qêrîna jin û zarokan li asîmanan bilind dibû, her der bûbû xwîn û dêr dihatin teqandin. Em li ser destên dijminên mirovahiyê hatin revandin û hemû rengê êşê kişand. Di nava tarîtiyê de me çirûskeke ronahiyê dît, ew jî ronahiya çemê Xabûrê bû. Bi wê ronahiyê me dikarîbû ku bi hev re pilanan bişkînin û têk bibin."
Paşê Keşê Dêra Meryem El-Ezra Baxos Îşaya axivî û wiha got: "Me bi yekîtî, hezkirin û wekheviya xwe pilanên DAIŞ û hevkarên wan têk bir."
Dawiya axaftinan jî şervanên Meclisa Parastina Xabûrê û hemû kesên ku li goristanê bûn, find li ser gorên pekrewanan vêxistin.