Him nikarin qeyranê birêve bibin, him jî alîkariyan asteng dikin

Li Îranê ku welatek erdhejê ye, hikumet bi qasî nikare di karasetên xwezayî de birêveberiya qeyranê bike, alîkariyên ku sazî, rêxistin û navên navdar dixwazin ji bo gel bikin jî tên asteng dike.

SAYDA ŞÎRZAD

Navenda Nûçeyan – Erdheja ku navenda wê Mereş e li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê bi bandor bû, wek “erdheja herî wêranker a dîrokê” hat pênasekirin. Hin cihên niştecihbûnê hema bejê tune bûn, bi deh hezaran kesên di bin xirbeyan de man, ji ber dereng destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Gel ji ber erdhejê bi giştî dest bi seferberiyê kirin, dewlet û rayedarên dewletê jî wek birînên gel derman nekirin, bi ragihandina OHAL’ê gef û zextên xwe domand. Hikûmeta ku nikare qeyranê birêve bibe, alîkariya ku tê xwestin bê kirin jî asteng dike, hêrsa gel jî roj bi roj mezin dibe. Dema li aliyê Tirkiyê rewş wiha ye, em li dîroka erdhejê ya Îranê û tiştên qewimîne binêrin.

Xemsarî mirinan zêde dike

Erdhej karesateke xwezayî ne, lê mirin bi gelemperî ji ber xemsariyê çêdibin. Parçeyên cuda yên Kurdistanê di jî wek dîrokî rastî polîtîkayên cudaxwaz ên hikûmetan tên, ji ber vê di karesatên xwezayî yên diqewimin de em dibin şahidê trajediyên hin zêdetir berfirehtir. Li Îranê erdheja Bamê di sala 2003’an de, erdheja Kirmaşanê sala 2017’an, erdheja Borucerdê sala 2006’an û erdheja Xoyê jî sala 2023’an pêk hat. Di erdhejan de birînên gel nehat kewandin, di rewşên wekî şewatên daristanan û lehiyê de jî bêbandor maye. Erdheja wêranker a Serpol Zehabê, Şîrazê jî di nav de lehiya li parêzgehên başûr, li beşeke mezin a Zûzistanê qutbûna av û kerebe, hilweşandina avahiyên wekî Plasco û Metropolê, bûn sedema zêdebûna kêmasiyên qeyranê yê rêveberiya Îranê. Erdheja dawiyê ya Xoyê pêkhat, carek din netêrkêrbûna pergala birêvebirina qeyranan yê Komara Îslamî ya Îranê raxist berçavan.

Alîkariyan dizîn û bi pereyan difirotin

Dewleta Îranê ya ku di birêvebirina qeyranê de ne serkeftiyê, alîkariyên rêxistinên wek Heyva Sor a Kurd jî asteng dike. Dewleta Îranê ku pêşiya alîkariya navên naskirî ya ji bo malbatên xwedî hewcedar jî asteng dike, ji hesabên bankê yên ew kesên ji aliyê civakê ve tên naskirin bloqe kir. Ji alîkariya xelet û bêserûber ya di erdheja Bemê de hat kirin, hejmarek pir mirov dibin xirabeyan de man. Her wiha mijareke din a girîng jî bi tevahî paşguhkirina rewşa derûnî ye. Alîkariyên ku di erdheja Bemê de ji gel re hatin kirin, piştre li marketan hatin firotin. Di tûrikek birincê ku ji firotgehekê hatiye kirîn de derketina kaxeza bi nivîsa "ji gelê Benê re alîkarî” nîşan dide ku alîkariyên hatine şandin, hatine dizîn.

Hikûmet piştgirî neda

Sara M. ya ku di erdheja Kirmaşanê de di xebatên alîkariyê de cih girt, diyar kir ku hemû alîkariyên hatine ji gel hatiye û hikûmetê jî bi deyneke biçûk a krediyê alîkarî kiriye. Sara M. wiha got: “Hevjînê min ji bo di saziya alîkarî de cih bigre çû Yarsanê. Ji ber ku Sarpol Zehab dûr bû, ji mirovên wir kêm alîkarî standin. Wê demê Yarsaniyan wek etnîkî rastî zextan dihatin. Kes piştgirî nedida wan. Hevjinê min got hikûmetê tu piştgirî nedaye mirovên li wir. nedaye xelkê wir. Diyar kir ku Serdarî tenê rojekê hatiye, wêne kişandiye û çûye.”

Gundên alîkarî negirtin hebûn

Şîma û hevjinê wê Ferzad ku diyar kirin bi hinek hevalên xwe re ji bo mexdûrên erdheja Serpol Zehabê nan çêkirine û malzemeyên pêwîst û xizmên tenduristiyê berhev kirine û wiha gotin: “Wê demê me di nava xizm û hevalên xwe de pere kom kir û malzemeyên pêwîst kirî. Hin hevalên me jî nan çêdikirin an jî bi xwe alavan kirîn. Em ji bo alîkariya gelê Serpol û gundên derdor, bi çend wesayitan rê ketin. Dema em di rêya sereke de çûn, hêzên Besîc ên biunîforma ji ber xwestin ne wek alîkariyên raya giştî li ser navê navenda xwe alîkariyê bidin rêyan girtin. Em jî bi rêyên kêlekê alavan gihand gundan. Lê gund ku qet alîkarî negirtin çêbûn.”

'Wêne kişandin û çûn’

Aso ya ji gelê Sinnê û Serpol Zehabe ye jî, wiha got: “Gelê Îranê di erdheja Kirmaşahê de kevir ser kevir nehişt. Hejmarek zêde mirov alîkarî kirin. Lê hikûmetê tenê bi dayîna fermanan ya ji dûr ve hewl dida rewşê kontrol bike. Mala me bi giştî hilweşiyan  û em neçar man demek dirêj li gecekondu bijîn. Ji bo ku malên xwe bi awayekî zû ava bikin ji hikûmetê tu alîkarî nehat. Ragihandin ku dê kredî bidin, lê şert û mercên wê yên li gorî wî hebûn. Ji ber ku kredî girtin ewqas zehmete ku me dev jê berda. Di rojên ewil de kesên eleqeder hatin cem welatiyan çend wêne kişandin û soz dan me. Piştre çûn. Lê sozên xwe jî pêk neanîn."