Hilbijartinên 30’ê Gulanê: Jin destkeftiyeke nû bidest dixin

Şoreşa jin sal a bi sal destkeftiyên dîrokî misoger dike, vê carê jî dê bi beşdarbûna jinan ya di nava hilbijartinên şaredariyan de gaveke dîrokî bavêjin ku pêşengiya şaredariyên demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiya jinê bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê amedekariyên hilbijartinên xwecihî yên 30’ê Gûlanê ên şaredariyên gel dikin. Di vî warî de jinên ku ji bo mezinkirina şoreşa jin ked didin û têdikoşin, wê bi van hilbijartinan re nûnertiya şaredariyên demokratîk, wekhev û azad ava bikin.

Şaredariyên gel navendên demokratîkirina civakê ne

Şaredarî yek ji dezgehên herî girîng yên rêveberiya welatan e ku di asta yekemîn de yekser bi civakê re pêwendîdar e û ji bo xizmeta wê 24 seatan di nava liv û tevgerê de ye. Her wiha mirov dikare Şaredariyên gel weke navnîşana rêxistinkirina civakê jî bigre dest. Şaredariyên gel ku xwe dispêrin xwerêveberiya civakî, bi hişmendiya netew-dewlet re wiha hatiye naskirin ku navenda desthilatdarî, pêkanîna berjewendiyên kesayetî û bidestxistina aboriyê ye. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her destnîşan dikir ku divê şaredariyên gel bibin bingeha xwerêveberiyên civakî û bi xebatên xwe yên aborî, çandî û civakî veguhere komînên xweser yên demokratîk.

Li 121 şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser e, paradîgmaya Netewa Demokratîk di her warên jiyanê de ket meriyetê. Lewra Şaredariyên gel yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  xwe dispêrin siyaseta demokratîk a feraseta xwerêveberiya civakî ku ev yek di 121 şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jê li Şehba 5, Tebqa 9, Reqa 16, Firat 11, Kantona Cizîr 56 û Dêrezor 18 tê jiyîn.

Di hilbijartinên Sûriyê de hebûna jinan

Sûriyê ku yek ji welatên Rojhilata Navîn ku bi hişmendiya Rêjîma Baas tê birêve birin, ji 2011’an de aloziyeke siyasî, civakî, aborî dijî. Tevî şert û mercên dijwar yên Sûriyê jî, Rêjîma Baas di 2022’an de hilbijartinên meclîsên rêveberiyên xwe cihî yên şaredariyan birêxistin kir. Ew hilbijartin ji 2011’an ve pêknehatibû ku du sal berê çêbûn. Rêjîma Baas ku bi hişmendiya xwe ya netewperest her hewil dide desthilatdariya xwe li ser gel bimeşîne, ev yek xwe di hilbijartinan de jî didin der. Hilbijartin di bin kontrola hêzên ewlehî yên Sûriyê de pêk tên, her wiha namzeten partiya Baas û partiyên girêdayî wê di hilbijartinan de biserdikevin ku dîsa desthilatdariya di şaredariyan de li derdora Rêjîma Baas dizîvre. Rêjîma Baas di tevahî hilbijartinan de lîstokan bikar tîne û zextê li civakê dike da ku desthilatdariya xwe ya li ser gelên Sûriyê berdewam bike.

Li aliyekî din beşdarbûna jinên Sûriyê di qada siyasî, destûrî, meclîs û asta seroktiyê de tune ye ku di meclîsa gel de ji sedî 12’e ye û jin di erka seroktiyê de tune ne. Her wiha di meclîsên rêveberiyên xwecihî de ji sedî 5’e. Ev rêjeya jinan jî di piratîkê de ne xwedî hebûne, tenê şeklî dimîne. Her wiha di warê destûrî de jî, qaşo di şandeya hikûmeta Sûriyê de 12 kûrsiyên jin hene, her wiha 6 kûrsî di desteya danûstandinan de û 19 kûrsî di lîsteya civaka sivîl de ne. Tevî vê jî beşdarbûna jinan naghêje ji sedî 30.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên piştî şoreşê

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê  û pêkanîna pergala rêveberiya xweser, gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku xwe ji desthilatdariya Rêjîma Baas di 2012’an de rizgarkirin, xwe spartin pergala rêveberiya xwecihî, vîna azad û demokrasiyê. Li ser vê bingehê di tevahî warên jiyanê de sazî û dezgeh hatin birêxistinkirin, ji komîn ber bi meclîs, deste û encûmenên siyasî, hiqûqî, rêveberî, çandî, diblomasî, perwerde, xizmetguzarî, çapemenî, civakî, xweparastin, jin û hwd hatin sazkirin.

Yekemîn hilbijartinên fedraliya demokratîk di 2017’an de li ser sê qonaxan hatin dabeşkirin ku li kantonên Cizîrê, Efrîn û Firatê hatin lidarxistin. Wê demê bi serperştiya komseriya bilind ya hilbijartinan, hilbijartinên komîn û meclîsan pêk hatin.

Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ber bi pêvajoyên nû ve diçe

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî ku hemû herêmên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de girtin, di Kanûna 2023’an de Rêveberiya Xweser hevpeymana xwe ya civakî a nû raghand. Di hevpeymanê de Bakûr û Rojhilatê Sûriyê weke herêm tê destgirtin û pêve girêdayî jî kantonên Cizîr, Firat, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrezor  û Şehba/Efrîn di nav de ne. Bi vê hevpeymanê re dê gelek veguhertin rêbazê xebatên Rêveberiya Xweser de pêk were, her wiha hîn saziyên nû jî werin birêxistinkirin.

Li ser vê bingehê Rêveberiya Xweser pêwîstî pê dît ku di hîn qadan de hilbijartin û nûbûyîn were çêkir. Lewra biryar hat girtin ku di 30’ê Gûlanê de hilbijartinên hevserokên şaredariyan pêk werin. Her wiha dê yekîtiya Şaredariyan û meclîsa şaredariyan jî werin avakirin.

Di rêzexebatên hilbijartinan de di meha Çile de Komseriya bilind ya hilbijartinana ku ji 20 kesên pispor pêk tê hat avakirin. Her wiha qanûna hilbijartinan ya şaredariyan jî di Nîsanê de hat pejirandin û raghandin.

Weke hat payîn dê di van hilbijartinan de partiyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û kesayetên serbixwe weke namzet beşdar bibin.

Hebûna jinan di nava şaredariyan de misogeriya destkeftiyên şoreşa jin e

Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku ev 10 sal in di nava têkoşîna pêkanîna civakeke demokratîk, exlaqî, poltîk û veguhertinên civakî-siyasî de ne, di roja îro de berhemên vê têkoşînê xwe didin der. Jinên ku niha di navendên biryardanê de cih digirin, pêşengiya avakirina civakeke pêşketî û zanistî dikin ku tevlîbûna jinan ya di her qadên biryarê de weke hebûneke bingehîn tê dîtin.  Ji lewra beşdarbûna jinan ya di nava hilbijartinên şaredariyan de dê bibe tova bingehîn ya serkeftina pirojeya Netewa Demokratîk û avakirina şaredariyên demokratîk ku xwe dispêrin vîna civakê. Di vî warî de Rêxistina Kongreya Star ku dê di hilbijartinan de nûnertiya hevserokên jin bike, li gel PYD’ê lihevkirina ji bo destnîşankirina namzetan û amedekirina lîsteyên hevbeş raghand.

Jin ji bo şaredariyên demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê temsîliyeta hevbeş xebat dimeşînin

Her wiha Kombûna Jinan a Zenûbiya ku li heremên mîna Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê bi rêxistinkirî ye ji bo hilbijartinên 30’ê Gulanê tifaqa xwe bi Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê re ragihand. Jinên ku bi pêşengiya Kongra Star û Kombûna Jinan Zenûbiya ji bo diyarkirina namzetên xwe yê hevserokartiyê pêşhilbijartinan bi dengê jinan pêk anîn û bi armanca xwedî derketina li deskeftiyên xwe xebatên xwe yê ji bo şaredariyên demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê temsîliyeta hevbeş kar û xebatên xwe dimeşînin.