Hikumeta Şamê li gorî siyaseta xwe kareseta erdhejê bi kar anî

Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman, li ser rewşa her du taxan di erdhejê de got ku hikumeta Şamê erdhejê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û nahêle alîkarî derbasî taxan bibin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di erdheja ku navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, herêmên Sûriyeyê jî zirarên mezin dîtin. Li taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê gelek ziyanên madî û canî di vê karesetê de çêbûn û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Avahiyên wan taxan jixwe ji ber şer û pevçûnan ziyanên mezin dîtibûn, li gorî şaredariya gel ên her du taxan 400 avahî ne guncaw in ji bo jiyanê, 12 avahî divê bên hilweşandin lê mixabin amûrên di destên şaredariyê de gelek kêm in û Hikumeta Şamê jî heya niha rêgiriya xwe li ser her du taxan berdewam dike û nahêle alîkarî bigihîjin wan. Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmaqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ser rewşa gel li her du taxan ji me re axivî.

‘Hikumeta Şamê li gorî siyaseta xwe kareseta erdhejê bi kar anî’

Hêvîn Silêman di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser erdheja 6'ê Sibatê ya li Bakurê Kurdistanê û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Erdheja 6'ê Sbatê li Bakurê Kurdistanê de herêmên Sûriyeyê jî hîs kirin û zirarên mezin jî dîtin, jê bi bandor bûn. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê avahî hilweşiyan û piraniya wan jî ziyan dîtin. Li van taxan 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Bi taybetî yên ku zirar zêde ji vê erdhejê dîtine jin û zarok bûn ku heya niha nikarin biçin malên xwe. Ji kêliya destpêka karesetê ve heta niha rêveberiya herdu taxan di nava tevgerê de ye û li kêleka şêniyên xwe ye, hewl dide wan li cihên bi ewle bi cih bike. Li gorî derfetên di destên me de me hewl da em bi gelê xwe re bibin alîkar û pêwîstiyên wan pêk bînin. Alîkariyên ku gihîştine van taxan jî ji aliyê gel ve bû, heya niha tu dewletê alîkarî ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re neşandine. Gel di vê karesetê de xwedî li hev derket û bi hev re dibe alîkar. Tenê Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkarî ji me re şandin lê ji aliyê bendên kontrolê yên Hikumeta Şamê ve hatin astengkirin û nehiştin derbasî taxê bibin."

Rêgiriya Hikumeta Şamê li ser her du taxan berdewam dike

Hêvîn Silêman diyar kir ku di vê karesetê de hê jî Hikumeta Şamê dev ji siyaseta xwe bernedaye û li gorî berjewendiyên xwe hereket dike û wiha domand: "Di vê karesetê de hemû dewlet û gel ji bo alîkariya gelên ku zirar dîtine di nava liv û tevgerê de bûn her wiha şer û nakokiyên xwe danîn cihekî û alîkariyê kirin. Lê mixabin Hikumeta Şamê û rêhevalên wê di vê kareseta mirovî de jî dev ji siyasetên xwe bernedan û heya vê kêliyê li gorî siyasetên xwe kareseta erdhejê bi kar tînin. Alîkariyên ku ji gelê vê taxên re tên ji aliyê Hikumeta Şamê ve tên astengkirin û nahêlin derbasî herêmê bibin. Heya vê kêliyê rêgiriya Hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike. Pêwîstiyên gel ên jiyanî derbasî taxê nabin. Di heman demê de alîkariyên ku ji taxê re tên ji aliyê Hikumeta Şamê ve tên desteserkirin û beşek biçûk digihîjin destên me ew jî têr nakin."

400 avahî ji bo rûniştinê nabin û 12 jî divê bên hilweşandin

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên li her du taxan pêk hatine avahiyên taxê zirar dîtine lewre di vê kareseta erdhejê de hilweşiyane û ev tişt got: "Di aloziya Sûriyeyê de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî para xwe ji şer û pevçûnan dîtin, avahiyên van taxan ji ber vê yekê zirar dîtin û hinek ji wan jî xisarê dîtin. Ev tax ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatibû wêrankirin. Lewre erdheja ku çêbûye jî zirarên mezin bi xwe re anî û di encamê de 6 kesan ji her du taxan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha avahî jî ne guncav in ku gel di wan de bijî. Li gorî komîteya şopandinê ya şaredariyê 400 avahî dê neyên bikaranîn. 12 avahî jî divê bên hilweşandin ji ber ku bi xeter in. Avahiyên din jî xisar dîtine. Derfetên şaredariyê li taxê jî gelek kêm in û Hikumeta Şamê amûrên pêwîst nade. Di heman demê de di warê tendirustiyê de jî Hikumeta Şamê pêdiviyan derbas nake."

Divê zext li Hikumeta Samê bên kirin

Hêvîn Silêman bang li dewletên navneteweyî kir ku zextê li Hikumeta Şamê bikin da ku dev ji dorpêça xwe berde û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em bang li dewlet û rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li Hikumeta Şamê bikin da ku dev ji dorpêç û siyasetên xwe berde û di warê mirovî de tev bigere. Her wiha dewleta tirk ji axa Sûriyeyê derkeve da ku gel vegerin cih û warên xwe. Divê bi taybetî Efrînî vegerin warê xwe lewre jiyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xeter e.”