Hikumeta Îranê kampanyayên alîkariyê asteng dike
Jinên Serdeştî ku ji bo mexdûrê erdehejî dixwestin alîkariyê bikin, ji aliyê dewleta Îranê ve tên astengkirin. Jinan gotin; “Ji ber em nikarin bibin alîkar em gelek xemgîn in.”
Rojîn Kadrî
Serdeşt - Erdheja ku navenda wê Mereş û bandor li 10 bajarên Tirkiye û Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kir, bû sedemê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bê mal man. Piştî vê erdehejê mirovan ji bo kêm jî be da ku bikarin birînên erdehejzedeyan bipêçin di nav piştevaniyê de ne. Jinên Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ji bo mexdûrên erdhejê di nava piştivaniyê de ne û hikumeta Îranê rê nade kampanyayên komkirina alîkariyê.
'Kampanyayên me yên alîkariyê tên astengkirin'
Çalakvana jin a Serdeştê Sahar Molodî têkildarî kampanyaya ku dixwazin bidin destpêkirin jî got, "Piştî erdheja Bakur û Rojava me fikirî ku ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya komkirina alîkariyê bidin destpêkirin, lê dewleta Îranê destûrê nade. Çalakvan dixwazin piştevaniya mexdûrên erdhejê bikin. Me hewl da ku em kampanyayek ji bo dermankirina birînên gelê xwe bidin destpêkirin, lê niha ji ber ku li Îranê alozî heye, hemû bajar hatine milîtarîzekirin.”
‘Ji ber em nikarin alîkarî bikin em xemgîn in’
Çalakvan Fatemeh Bayzidi wiha got: “Em weke jinên Rojhilat ji me alîkariya gelê xwe yê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê nekiriye em xemgîn in. Tenê em di medyaya dijîtal de erdhejê dişopînin û bi xuşk û birayên xwe yên li Elmanya re dikevin nav têkiliyan û min ji wan xwest ku bi rêya Heyva Sor a Kurd alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.”