Hikumeta Îranê jinek darve kir

Hat zanîn ku li eyaleta Kerman ya Îranê Leila Bamrî ku di girtigeha Kahnuj de girtî bû hate darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku Leila Bamrî ya Belucî ev dû sal bû li Îranê girtî bû, hat zanîn ku hatiye darvekirin. Li gora daxuyaniya mafê mirovan ya Hengawa li eyaleta Gilan ya Bakûrê Îranê li gundê Peng yê girêdayî bajarê Rudbar, Leila Bamrî beriya 2 salan ji ber sûcê madeya hişbir hatibû girtin û ji aliye rejîmê ve cezayê darvekirinê lê hat birin.

Leila Bamri ya xwedî dû zarokan li girtîgeha navenda Kahnuj hate darvekirin.