Hikumeta Îranê bi peyaman gef li jinan xwar

Hikûmetê ku li Îranê bi rêya SMS’ê peyama gefxwarinê ji telefonên gel re şand, diyar kir ku kesên li gor ferzkirina hîcabê tevnagerin û yên îhbar nakin dê bi tundî bên cezakirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gel a ku ji 16’ê Îlonê û vir ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azdî’ didome, derbasî hemû qadên jiyanê bûye. Li gelek cihan jin bi rakirina hîcaba mecbûrî tevdigerin, hîn çalakvan jî wêneyên xwe yên bê hîcab li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal parvekirin. Hikumeta Îranê ji bo tepisandina serhildanê ceribandina gelek rêbazan didomîne.

Di 8'ê Nîsanê de Midûrê Emniyeta Emniyetê Ehmed Riza Radan gef li jinên ku hîcaba neçarî li xwe nakin xwaribû û ragihandibû ku polîsan bi kamerayan dest bi tesbîtkirina jinên ku hîcaba neçarî li xwe nakin kirine. Ji 15’ê Nîsanê pê ve cezayên sûc ên li dijî jinên ku qedexe binpê kirine hatin zêdekirin û çavdêriya bi kamerayan destpê kir.

Ji telefonan re peyamên gefxwarinê hatin şandin

Jinan li hemberî gefên Midûriyeta Polîsan û mueyîdeyên hikûmetê peyama "Em ê berxwedana xwe mezin bikin" dan. Ji aliyê dewletê ve bi SMS'ê peyamên gefxwarinê ji telefonên gel re hatin şandin. Di peyamê de hat diyarkirin kesên ku serî li ser darê zorê nagirin û yên ku raporê nedin dê bi tundî bên cezakirin.

Jin û ciwanên ku pêşengiya serhildanê kirin, diyar kirin ku ew siyaset û qedexeyên zext û zordariyê yên hikûmetê nas nakin û heta ku Komara Îslamî ya Îranê neyê rûxandin ew ê li kolanan bin û dê ti tişt wekî berê nebe.