Hêzên Talîban êrîşî çalakiya jinan kir

Jinên Afganistanê ji bo li dijî hêzên Talîbanê mafê xwe ê bingehîn bi dest bixin daketin qadan û çalakî li darxistin, Hêzên Talîban êrîşî çalakiya jinan kir.

Navenda Nûçeyan- Ev 2 sale Talîban rêveberiya Afganistanê xistiye bin destê xwe , hêzên Talîban karkirina jinan, xwendin, bi tena serê xwe geştkirin, avakirina cihê kar li jinan qedexe kir û hemû mafê jinan binpê dike. Talîban ji roja ku hate ser rêveberiyê heta niha hemû destkeftiyên jinan dike hedef. Koma herî zêde di nava civaka Afganistanê de li dijî Talîban têkoşîn dikin jin e.

Jinê ku ji bo mafê xwe yê bingehîn ku ji aliyê Talîban ve hatin xespkirin bi dest bixin li Kabîlê dest bi çalakiyê kirin, hêzên Talîban êrîşî çalakiya jinan kirin. Hêzên Talîban gule li jinan reşand û gelek jin binçavkirin.