Hêzên PDK’ê meşa ‘Mertalên Zindî’ a li dijî dagirkeriyê asteng kir

PDK’ê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye pêşiya meşvanên ‘Mertalên Zindî’ ji bo asayîşa Dêgele derbas nekin û derbazî devera Behdînanê nebin. Meşvan dibêjin ku ger destur neyê dayîn ewê çalakiya xwe vegerînin çalakiya roniştinê.

Koyê - Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û li hemberî dagirkeriya derwleta Tirk a ser axa Başûrê Kurdistanê meşa ‘Mertalên Zindî’ ya ber bi herêma Behdînanê ve destpêkir. Hêjmarek zêde jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê jî bi awayeke çalak beşdarî meşê bûn. PDK’ê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye pêşiya Meşvanên ‘Mertalên Zindî’ ji bo asayîşa Dêgele ya Koyê derbas dike û ber bi Hewlêrê ve dikeve rê derbas nekin û derbasê Behdînanê nebin. Meşvan gotin: “Ger destur neyê dayîn emê çalakiya xwe vegerînin çalakiya roniştinê.”
Li gorî agahiyan beriya meşvan bigihijin asayîşa Dêgele ya dibin kontrola PDK’ê de hêzeke zêde şandiye pêşiya wan û destûrê nadin ‘Mertalên Zindî’ li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin. Hêzên asayîşê rê nadin rojnamevan jî çalakiyê bişopînin û astengiyê derdixin. Çalakvan hewl didin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û meşa xwe dewam bikin.
Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê ragihandiye, berpirsên asayîşê ji wan re gotine, ew li benda talîmata Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnavin. Meşvanan dan diyarkirin ku ger destûr neyê dayîn wê çalakiya xwe veguherin çalakiya rûniştinê û li Dêgele bimîne.