‘Hêzên Ewlekariyê bi îşkencekirina li zarokan sûc kirine’

Parêzvanên mafan bal kişandin ser tundiya di dema protestokirina piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê, binpêkirinên li zarokan hatine kirin diyarkir ku hêzên ewlekariyê yên dewletê bi îşkencekirina zarokan û miameleya xerab sûc kirin e.

Amed- Li dijî binpêkirin û derhiqûqtiyên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Parastvanên mafan têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê daxuyanî dan.

Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA), komeleya ji bo Zarokan Edalet (ÇÎAD), Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî (GIYAV), Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Psîkologan a Mezopotamyayê (Der-Mez), Komeleya ji Ewil Zarok û Komeleya Hêviyên Rengarenkê (RUMUD) tevli daxuyaniyê bûn. 

‘Li dijî zarok sûc hate kirin’

Di daxuyaniya ku bi zimanê Kurdî û Tirkî hatî xwendin de bal kişand ku hêzên ewlekariyê li dijî zarokan îşkence û muameleya xirab kirine û wiha hate gotin: “Li beramberî zarokan gazên îsotê, mudaxileya bi fîşekên plastîk, tundî û pişteve destkelemçekirin dikeve çarçoveya qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê û hêzên dewletê ev sûc kirine û em vî sûcî qebûl nakin.”

Bi daxuyaniyê de peymanên ku Tirkiye li aliyê wê yên navneteweyî hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: “Hêzên ewlekariyê li şûna mafên zarokan biparêze û ji bo mafên xwe bi kar bînin jê re bibin alîkar, îşkence li zarokan kirine û miameleyeke xerab li dijî wan kiriye. Li ser medyaya dijîtal rûyê zarokan hate teşhîrkirin, dîmenên îşkenceyê hatin parvekirin. Bi vê yekê re ‘mafê jibîrbûnê’ yê zarokan hatiye binpêkirin û zarokan tavmatîze dike. Ev dîmen hem dê bandorekê neyînî li ser wan zarokan bike hem jî li ser hevtemenên wan bike. Em li dijî binpêkirina ‘mafê jibîrbûnê’ ne û bang li hemû aliyan û platformên medyaya dijîtal dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin. Em banga bidawîkirina binpêkirinê li dijî zarokan li rayedaran dikin. Her wiha bang dikin ku bihêlin zarok hemû mafên xwe bi kar bînin.”