Hêzên Ewlekariyê 4 kesên Eyde El-Bedir qetilkirî girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Bedir a li Hesekê hatî qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dan zanîn ku wan 4 kesên destê wan di bûyerê de heyî girtine.

Hesekê - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Bedir a 28’ê Hezîranê li herêma gundewarên Hesekê hatî qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku wan 4 kesên Eyde qetilkirî girtine.
Daxuyaniyî wihaye: "Di 28’ê Hezîranê de sûcekî hovane li dijî zaroka bi navê Eyde bi destê bira û apên wê li gundewarê bakurê Hesekê bi îdîaya rûmetê çêbû. Di encamê de hêzên me dest bi lêpirîsna fireh kir, ku qatilên Eyde bigirin. Di encama xebata hêzên me dayî meşandin de 4 kesên beşdarî sûcê qetilkirinê bûne girtin. Ew jî birayên Eyde û du apên wê ne, lê kesekî din jî ku beşdar e nehat gitin. Dê hêzên me wî jî bigirin. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gelê xwe re piştrast dikin ku em di parastina ewlehî û aramiyê de berdewam in, her tim ji bo parastina mafê mirovan dixebitin û soz didin gelê xwe ku em ê li hember van kiryar û sûcên dermirovî tê bikoşin, heta bi dawî dikin."