Hêzên Iraqê carek din xwest derdora wargeha Mexmûrê dorpêç bike
Hêzên Iraqê serê vê sibehê cardin bi hêzek mezin ket nava liv û tevgerê û dixwazin derdora wargehê bi kuleyan dorpêç bikin, li dijî vê hewildanên gelê wargeha penaberan a Mexmûr ev 9 roj e şev û roj bê navber li ber xwe dide.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/05/20230528-img-20230528-wa0021-jpg02fe48-image.jpg)
Mexmûr- Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Li dijî vê hewildanê gelê Mexmûrê ji 7 salî heta 70 salî ev 9 roj e şev û roj bê navber li ber xwe dide û rê nade artêşa Iraqê derdora wargehê dorpêç bike.
Îro danê siharê carek din hêzên Iraqê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û xwestin kuleyan danin. Lê carek din xelkê wargehê li dijî vê derket. Di van kêliyan de berxwedanê xelkê wargehê bê navber dewam dike.