Hêzên Îranê li Sine êrîşî çalakiya mamosteyan kirin

Beriya destpêkirina çalakiya mamostayan, cihê ku mamosta lê kombibin, derdor bi hêzên ewlehiyê hatibû dorpêçkirin, bi destpêkirina çalakiya mamostayan re hêzên emnî yên Îranê êrîş kirin.

Sine- Îro 9’ê Gulanê salvegera darvekirina mamostayê zimanê Kurdî Ferzad Kamanger bû. Hersal mamosta û hemwelatî Mamosta Ferza Kamangerbi bîrtinin. Bi boneya biranîna  Mamosta Ferzad Kamanger encûmena hemahengiya yekitiya rêxistina ferhenga Îranê, Yekitiya mamostayan û rêxistinên sendikayên din daxwaza çalakiya mamostayan li seranserê Îranê kirin.

Encûmena hemahengiya sendikayên karkeran beriya çend rojan daxwaza çalakiyê li seranserî bajaran kir, dûh jî komeleya sendikayên mamostayan piştgiriya xwe ji bo bangewaziya encûmên nîşan da û daxwaz kir ku mamoste û dayîk ji bo bîranîna mamoste Ferzende Kamanger  û li dijî bi jehrîkirina xwendekarên li dibîstanê bejdarî çalakiyê bibin.

Cihê kombûnê ber deriyê rêveberiya giştî ya perwerdeyê li hemû bajaran di saet 10:00’ê siharê hatibû diyarkirin. Îro jî di wî demê de li Sine û gelek bajaran çalakî hatin li darxistin. Dema kombûn destpêkir, hêzên emnî êrîşî mamostayan kir û xwestin mamostayan belav bikin, telefona xelkê jê girtin da ku kes wêne û dimen nekşînin. Mamostayên ku kombûne dirûşme di destê wan de hatin dîtin.

Her  wiha hinek şahidên bûyerê gotin ku dû mamosta hatin girtin û heta niha jî rastiya wê nehatiye piştrastkirin.

Cihê bi bîrxistinê ye ku di 9’ê Gulana sala 2010’an de Ferzad Kamanger li gel Şîrîn Elemhulî, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan ji aliyê komara îslamî ya  Îranê ve hatibûn darvekirin.