Hezar û 477 Efganî ji Îran û Pakistanê hatin dersînorkirin
Komîsyona Karûbarên Penaberan a Talîbanê ragihand ku di demjimêrên dawî de hezar û 477 Efganî ji Îran û Pakistanê hatine dersînorkirin. Kesên ku vedigerin, bi şert û mercên jiyanê yên dijwar û nebûna xizmetên bingehîn ên li welêt re rûbirû ne.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Karûbarên Penaberan a Talîbanê ragihand ku di çend saetên borî de bi tevahî hezar û 477 penaberên Efganî ji Îran û Pakistanê hatine dersînorkirin û bi rêya deriyên sînorî yên bejahî ketine welêt.
Ji Îran û Pakistanê Efganî tên dersînorkirin
Di daxuyaniyekê de ku hate weşandin, komîsyonê got ku kesên hatine dersînorkirin duh gihîştine Efganistanê û destnîşan kir ku li gorî daneyên wê yên fermî, di heman rojê de zêdetirî hezar û 200 penaber ji her du welatan hatine vegerandin.
Herî zêde ji Pakistanê tên derxistin
Dersînorkirin ji Pakistanê zêdetir dibin; ji ber ku rayedarên wir tedbîrên ji bo derxistina Efganên bêbelge zêde kirine. Di encamê de, di hefteyên dawî de rêjeya herî bilind a dersînorkirinê ji wî welatî pêk tê.
Jin û zarok komên herî xeternak in
Li gorî raporên rêxistinên herêmî û navneteweyî, ew kesên ku piştî derxistinê vedigerin Efganistanê bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rûbirû dimînin; bi taybetî nebûna stargehan, derfetên kar ên sînorkirî û xizmetên bingehîn ên xirab ên wekî tenduristî û perwerdehiyê. Di heman demê de jin û zarok di nav komên herî mexdûr û xeternak de ne.