Hezar û 25 parêzer ji bo Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê dan

Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê, bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyên xwe ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê jî ketibûn nava hewldanan.

Ji hezar û 25 parêzeran îmze hat komkirin

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji Bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê (2023) de ji hezar û 25 parêzeran îmze kom kirin.

Îmzeyên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatine komkirin, li gel daxwaznameyê bi riya înternetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin şandin.

Îmze her wiha ji bo Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina zagonî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, re hatine şandin.