Hêza Şengalî: Rizgarkirina Reqayê serkeftina jinên têkoşer bû

Di Cotmeha sala 2017’an de bajarê Reqayê bi pêşengiya jinan, ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Pêngava rizgarkirina Reqayê têkçûna herî mezin bû ji bo DAIŞ’ê ji ber ku ew bajar cihê rakirina tola hemû jinên Êzidî bû.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal - Bajarê Reqayê ku yek ji cihên sereke ên çeteyên DAIŞ’ê bû, di Cotmeha 2017’an de bi pêngava “Xezeba Firatê” ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD, Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ve bi beşdariya Yekîneyên Jinên Şengalê, hat rizgarkirin. Li Reqayê bi hezaran keç û jinên Êzidî rastî tecawizê hatin û dûre çend caran hatin firotin. Keçên Êzidxanê yên tevli pêngavê bûn, bi ruhê tolhildana hemû jinan berê xwe dan Reqayê.  

Li ser rizgarkirina Reqayê, girîngî û bandora wê, endama Fermandariya YJŞ’ Hêza Şengalî ya di Fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Reqayê dîlgirtî bû û piştî ji aliyê YPJ’ê ve hat rizgarkirin weke fermandara YJŞ’ê beşdarî pengava rizgarkirina Reqayê bû ji ajansa me re axivî. Hêza Şengalî bal kişand ser berxwedana ku li dijî DAIŞ’ê hatiye meşandin û da zanîn ku ew weke Yekîneyên Jinên Şengaşê bi ruhê tolhildanê berê xwe dane Reqayê.

‘Me bi ruhê tolhildana hemû jinên Êzidî şer kir’

Endama Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê Hêza Şengalî rizgarbûna Reqayê li her kesê pîroz kir û wiha got: “6’emîn salvegera rizgarkirina Reqayê em pîroz dikin û hemû kesên ku li Reqayê şehîd bûne bi bîr tînin. Em serkeftina rizgarkirina Reqayê li hemû gelên Bakûr-Rojhilatê-Sûriyeyê û li hemû jinên Êzidî pîroz dikin. Ji bo me weke YJŞ pir girîng bû, bi wate û şanseke dîrokî bû ku me di pêngava rizgarkirina Reqayê de cihê xwe girt.

Hêza da zanîn ku DAIŞ’ê dixwest Reqayê bi rengê reş bifetisîne û şopeke wisa di dîrokê de bihêle lê bi rizgarbûna Reqayê re planên çeteyan vala derketine û wiha got: “Reqa weke paytexta DAIŞ’ê dihat naskirin. DAIŞ’ê dixwest di şexsê jinên Êzidî de îradeya jinan bişkîne û çanda wan a kevnar tune bike. Hemû cîhan bû şahidê zilma DAIŞ’ê ya li ser jinan. DAIŞ’ê xwest Reqayê bike sûka kirîn û firotina keç û jinên Êzidî. xwest wî bajarî li hemû jinan tarî bike û Reqayê bi tarîtiyê bixe dîrokê. Êşa ku jinan li Reqayê kişand, êşa hemû mirovahiyê bû. Me ew êş ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin. Em ê tolhildana xwe jî ji bîr nekin. Em wê demê weke yekîneyeke YJŞ’ê ji bo rizgarkirina Reqayê çûn bajar, ji bo beşdarî pêngava rizgarkirinê bibin. Me bi ruhê tolhildana hemû jinên Êzidî yên hatine kuştin û dîl ketine dest cih girt. Her kesa ku cih di wê pêngavê de girt bi hestên tolrakirinê beşdar bû. Her heval bi hêrs û bi ruhê tolhildana jinên Êzidî beşdar bû.”

‘Hêzên YJŞ-YPJ’ê pêşengiya bêngavê kirin.’

Hêza Şengalî bal kişand ser pêşengiya yekîneyên Parastina Jin YPJ’e di rizgarkirina Reqayê de û wiha got: “Bi pêşengiya YPJ’ê em bi hev re beşdarî pêngavê bûn û YPJ pir ji bo me bû alîkar. Bi pêşengiya YPJ’ê me Reqayê rizgar kir û serkeftin bi dest xist. Heta niha em weke keçên Êzidî wê kêfxweşiyê dijîn, ji ber ku me tola xwe rakir. Em ji YPJ’ê fêrî tolhildanê bûn. Bi pêşengiya YPJ’ê keç, jin û zarokên Êzidî xilas dibin û em wan teslîmî malbatên wan dikin. Ev dibe cihê kêfxweşiyê. Em ê her dem li gel hev têbikoşin.”

‘Dewleta tirk bi êrîşên xwe tola binkeftina DAIŞ’ê digre’

Hêza di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Di 4’ê cotmehê de careke din dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Ev êrîş ji komplo û peymana 9’ê Cotmehê ne qut e. Ev planeke siyasî ye li ser gelên herêmê. Lê belê tevî hemû êrîşên ku hatin kirin jî helwest û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz bû. Em weke YJŞ’ê wê berxwedaniyê silav dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan tola DAIŞ’ê bigre. Ji ber ku berxwedaniya YPJ’ê û QSD’ê DAIŞ’ê tune kir. Dewleta tirk vê hezim nekir û êrîşan didomîne lê gelên herêmê plana wan vala derxistin û nehiştin ku bigihîje serî.

Hevalên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûne em bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Weke YJŞ’ê heta dawiyê bi YPJ’ê re têbikoşin. Li Reqayê bi hestên Tolhildanê me şer kir û tola xwe hilda. Careke din em ê bi wî hestî li pêşiya dagirkeran bisekinn û tola xwe rakin. Di dawiyê de em dîsa roja rizgarkirina Reqayê li hemû gelên herêmê û li civak û jinên Êzidî pîroz dikin.”