Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberan banga alîkariyê kir

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk bi dehhezaran koçber berê xwe dan heremên bi ewle. Hevya Sor a Kurdistanê ji bo gelê koçber bûne banga alîkariya lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Heyva Sor a Kurdistanê der barê koçberên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk berê xwe dan heremên bi ewle daxuyaniyek nivîskî belav kir û banga lezgîn li mirovahiyê kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“27’ê Mijdara 2024’an komên tûndrew bi desteka dewleta Tirk êrişî yek ji bajarên mezin ên Sûriyeyê Helebê kir. 

Dewleta Tirk ku sala 2018’an bajarê Kurdan Efrîn dagir kiribû û sedhezaran Kurdên Efrînê koçberî hêreme Şehbayê kiribûn, ji aloziyên heyî xwest sûd bigire û plana xwe ya qirkirina Kurdên Rojava temam bike.

Hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî hat astengkirin

Di rewşeke wiha ya xeternak de, Rêveberiya Xweser a Rojava bi awayekî lezgîn biryar da ku gelê li Şehbayê yê ji ber dorpêça leşkerên Tirk û komên tûndrew asê maye, veguhezîne deverên bi ewle. 

Ev biryar her çendî rê li pêş pêleke mezin a koçberiyê veke jî, di heman demê de hewldana qirkirina bi deh hezaran kesî asteng kir. Bê guman ev pêvajoya bi êş wê bibe sedema gelek azaran, lewma di van şertên dijwar ên zivistanê de wê bi deh hezaran zarok, jin, pîr û kal ji cih û warên xwe bibin.

Destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin

Saziya me ya alikariyê  ya li Rojava Heyva Sor a Kurd ( @HeyvaKurd ) ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan, bicihkirina wan li cihên ewle û pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê xebatên xwe didomîne.

Ji ber van sedeman, em weke Heyva Sor a Kurdistanê bi awayekî lezgîn bang li mirovahiyê dikin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî xelkê Rojava bikin.“ 

Di dawiya daxuyaniyê de navnîşanên alîkarî û pêwendiyan jî wiha hatine parvekirin: 

Kreissparkasse Köln

IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Armanca Alîkariyê: Rojava

PayPal: [email protected]