Heyeta HEDEP’ê bi jinên erdhejzede re civiya

Hevseroka HEDEP'ê Tulay Hatimogullari ku bi jinên di erdhejzede re civiya, xwest ku ji bo rastiya erdhejê neye ji bîrkirin hemû kes dengê xwe derbixin û got: “Em ê vê birine bi hev re bikewînin.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari, di çarçoveya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a cîhanê de li Hatayê bi jinên erdhejzede civiya.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan, Parlamenterên HEDEP'ê Sevîlay Çelenk û Perîhan Koca û jinên HEDEP'ê jî ligel Tulay Hatimogullari cih girtin. Piştî Defneyê, Tulay Hatimogullari û heyeta pê re destpêkê li Mala Gund a Kevin a li Taxa Ballioz a navçeya Defneyê bi jinan re hatin ba hev, ji wê derê jî çûn Samandagê.

Di hevdîtinê de destpêkê li pirsgirêkên jinên erdhejzede guhdarî kirin. Tulay Hatimogullari li Defneyê axivî û diyar kir ku li gund hilweşînek mezin çêbûye, nêzî 90 avahî hilweşiyane, bûyerek gelek bi êş hatiye jiyîn û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha diyar kir ku daneyên hejmara miriyan rast nîn in û wiha got:

“Tenê windahiya Hatayê dibe ku ewqas be. Di apartmanên kêleka me de me pêncî sed mirov winda kirin û ev ne reqem in. Her yek canek e, jiyan, zarokên di hembêza dayika xwe de ne… Ji me hemûyan re careke din gelek derbasî be. Kesên jiyana xwe ji dest dane carek din bi rêzdarî bi bîr tînim.”

‘Ji ber malên me hilweşiyan’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku weke partî rastiya erdhejê tu car ji rojeva wan derneketiye û wiha domand:

“We em şopandine, partiya me erdhejê li meclisê, li kolanan li her derê bi şev û roj anî ziman. Ji ber ku malên me hilweşiyan, ji ber wê em êşa vê derê baş dizanin. Jin pir zehmetiyan dikşînin. Hê jî jî tiştên ku divê bên çêkirin nehatine kirin û aşkera nakin jî dê çi bikin. Ev avahî dê kengî bên çêkirin? Dê kengî û çawa bidin welatiyan? Ne diyar e. Em dibêjin ku divê ev avahî û kargeh bê pere bidin welatiyan û ji bo vê têdikoşin.”

 ‘Hûn jî qet bêdeng nebin’

Tulay Hatîmogûllari, ji bo ku mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin banga hestiyariyê li her kesê kir û wiha got: “Heke em bên jibîrkirin wê birînên me kûrtir bibin. Ji ber wê yekê ji bo em xwe nedin jibîrkirin, em ê dengê xwe bilind bikin, ji kerema xwe re hûn jî wisa bikin. Hûn jî qet bêdeng nebin. Li her derê hûn dikarin dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku tu çareyek me ya din nîn e. Em ê van birînan bi hev re derman bikin.”

Di hevdîtinê jinên ku axivîn diyar kirin ku tevî di ser erdehjê re 9 meh derbas bûne jî hê pirsgirêk berdewam dikin û xwestin pirsgirêk werin çareserkirin. Piştî hevdîtinê Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re çûn Samandagê û li wê derê li salona Muhendis Suphî Guzey a Samandagê bi jinan re civiyan.