Heyeta DEM Partî çû Îmraliyê
Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ku di Heyeta Îmraliyê ya DEM Parî de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Navenda Nûçeyan – Endamên di Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parlementera Wanê Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Heyeta Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de bi giştî 3 caran çûn serdana Îmraliyê. Di herdû hevdîtinên ewil de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê cih digirtin. Ji endamên heyetê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Sirri Sureyya Onder, hêj jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.