Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê bi CPT re hevdîtin bike

Navên di Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê de ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew ê bi CPT’yê ku der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ti daxuyaniya nedane re hevdîtin pêkbînin.

Amed- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de tê girtin. Abdullah Ocalan ku piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan pêşket di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, ji dîroka 27’ê Tîrmeha 2011’an heta roja me ya îro bi qedexeya parêzeran re rû bi rû ye. Bi Abdullah Ocalan ku hevdîtina malbat û parêzerên wî hat astengkirin re herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi rêya telefonê re hevdîtin pêk hat. Hat ragihandin ku ew hevdîtina telefonê jî qut bûye. Dema di her firsendê de şert û mercên tecrîdê hat vegotin, serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) fikarên cuda jî bi xwe re anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bihîstine ku Abdullah Ocalan derneketiyê hevdîtina bi CPT re. Serlêdanên malbat û parêzeran, nûnerên rêxistinên girseyî û siyasetmedaran ên ji bo hevdîtinê bê encam hatin hiştin. Herî dawî derket holê ku ji Abdullah Ocalan re 'cezayê dîsîplînê' hatiye dayîn, 22 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gelek deverên cîhanê fikarên der barê jiyana Abdullah Ocalan de tên ziman, ji bo pekanîna hevdîtinê çalakiyên ku bang tên kirin tên li dar xistin.

Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê

Der barê tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, endamên Delegasyona Têkoşîna li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku komeke ji 36 kesên hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenên ji 7 welatên cuda pêk tê, di navbera dîrokên 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê hevdîtinan pêkanî. Delegasyon, diyar kir ku piştî hemû serlêdanên der barê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan de bê encam man, serdan pêk anî. Heyet, di pêvajoya hevdîtinên 3 rojan de, malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne, Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Jinan a Rosa, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên partiyên din ên Kurdistanî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinan de xizmên girtiyên diyar kirin ku agahî ji xizmên xwe nayên, ew jî nizanin sax in yan na û fikarên xwe anîn ser ziman.

Heyeta Delegasyonê ji bo Abdullah Ocalan bang li Ewropayê kir

Heyet bal dikşîne ku bi taybetî piştî hevdîtina telefonê ya dawî ya sala 2021’an û vir ve, şert û mercên girtinê yên li Girtîgeha Îmraliyê, ji dema dawî ya ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve tên lêkolînkirin, nîşan dide ku rewşa wan xirab bûye. Delegasyon di daxuyaniya piştî hevdîtinên bi nûnerên saziyên re pêkanî de bang kir ku hem li ser tecrîdê û hem jî zextên li ser kesên ku baldikşînin li ser şert û mercên tecrîdê lêpirsînek bi bandor û berfireh bê vekin. Delegasyon di banga xwe de wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li girtîgeha Îmraliyê serweriya hiqûqê ji nû ve ava bike û ji welatên Ewropayê jî dixwazin mafên mirovan biparêzin û ji bo berjewendiyên jeopolîtîk û aborî mafên mirovan nekin qurbanî."

'Li peyketina binpêkirinan, mafê mirovan e'

Parêzeran Anya Lean û Caroline Isabella Aubry ku di nava heyeta delegasyonê de cih digirin, têkildarî hevdîtinên xwe ji ajansa me re axivîn.

Ji Baroya Cenevreyê parêzer Caroline Isabella Aubry, bi van gotinan nêrîna xwe ya yekemîn a têkildarî binpêkirinan parve kir, "Em wek parêzer binpêkirinên mafan ên ku me îro şahidî kir û li mirovan tên jiyandin, me gelekî matmayî kir." Caroline Isabella Aubry diyar kir ku Abdullah Ocalan û bi gelemperî kesên binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên jiyîn tînin ziman di bin zextan de ne û wiha axivî: “Em bi parêzeran re hevdîtin pêkanî, ji me re qala girtîgehan, helwesta dadgehan kirin û zextên ji aliyê polîsan ve rastî tên kirin. Ez wek parêzerek dibêjim parêzer mirovên ku pîşeyên xwe yên serbixwe pêktîn in. Divê ev pirsgirêkên parêzer dijîn bên lêkolînkirin, ji ber ku li peyketina binpêkirina mafê her mirovan e.”

'Divê binpêkirinên mafan di asta navneteweyî de bên lêkolînkirin'

Parêzer Caroline Isabella Aubry ku balkişand li ser binpêkirinên mafan ên girtî dijîn jî, diyar kir ku kesên li herêmê jiyana xwe ji dest dane û malbatên wan jî ji hemû mafên xwe bêpar tên hiştin. Caroline Isabella Aubry da zanîn ku divê binpêkirinên mafan yên hem li girtîgehan û hem jî li derve tên jiyîn, li gorî peymana Ewropayê di asta neteweyî û navneteweyî de bên lêkolînkirin û wiha axivî: “Divê binpêkirin hene an jî nîne ji aliyê kesên serbixwe ve bê lêkolînkirin. Me bi girtî û malbatên girtiyan re hevdîtin kir û gotin ku li girtîgehê mafên xizmên wan tên binpêkirin û rastî lêpirsîna edlî tên. Em dibihîzin ku Tirkiye bersiva van îdiayan neda.”

'Tecrîd li hemû cîhanê sûc e'

Caroline Isabella Aubry a diyar kir ku divê pêvajoya tecrîdê û binpêkirinên mafan ên girtî rastî tên bên lêkolînkirin, her wiha bal kişand ku divê bersiba serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan bên dayîn. Caroline Isabella Aubry a dibêje, “Ez fikirim ku ev tecrîd adil e. Divê bersiva serlêdanên pazêran bê dayîn û destûr bê dayîn ku ferdên malbatan biçin girtîgehan. Ji ber ku ev mafên girtiyan e û hûn nikarin van mafan ji wan bigrin û ragihand ku astengkirina vê mafê li kudere cîhanê be bila bine sûc e. Caroline Isabella Aubry herî dawî wiha got: "Divê ev pêvajo bi zext û tecrîdê neyê meşandin."

‘Em difikrin bi CPT’ê re têkilî deynin’

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) herî dawî di 20-29’ê Îlona 2022’an de çû serdana Îmraliyê. CPT’ê di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de ragihand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtin pêk anîne. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike, di 29'ê Mijdarê de daxuyaniyek da û got, "Me bihîst ku birêz Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de birêz Ocalan derneket hevdîtinê.” Parêzer Anya Lean a ji Elmanya hat diyar kir ku armanca wan ew e ku gava vegerin Ewropayê ewilî bi endamên CPT'yê re têkiliyê deynin. Anya Lean a got bi meraqek li benda rapora CPT'yê amede bike ne û got wiha axivî: "Endamên CPT'yê piştî serdana sala 2020'an raporek hat weşandin û der bare serdana dawî ya Îlona 2022'an de hêj raporek ne weşand. weşandin. Ji ber vê yekê ez li benda xwendina vê raporê me û her wiha ez ka divê raporê de çi were nivîsandin re pir eleqeder dibim. Em kêm zêde dizanin di vê raporê de çi hatiye nivîsandin. Her wiha me der barê dema em vegeriyan endamên CPT’yê yên ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kirine re têkilî deynîn de niqaşan jî meşand.”

‘Çîrokên malbatan min bandor kir’

Anya Lean a dibêje rastiya tundî û tecrîdê ku ji ber di çapemeniyê de pir cih nagre nabînin, li vir ji malbatan guhdarkirinê û bandorbûne û wiha got: “Bi gelemperî tecrîd û binçavkirin, li Elmanyayê ku ez jê têm ne mijareke ku di çapemeniyê pir cih digre ye. Ez nikarim bibêjim ez dizanim ka di vê mijarê de çi çêbûyê, ji ber ku em di medyayê de li ser vê mijarê pir tişt nabihîzin. Min der barê zext, tecrîd û cezayên muebetê yên ji bo çalakiyên siyasî de hin tiştan dixwend. Min li vir mirovên ku çîrokên her tiştên min xwend terrûbê kirine, dît. Axaftina bi malbatên ku xizmên wan niha di girtîgehê de ne û bi bavên ku 5 zarokên wan ên li gelek deverên Tirkiyeyê di girtîgehê de ne, bi min de gelek hestên cûda avakir. Vê yekê hişt ku ez fêmbikim ku rû bi rû hatina van binpêkirinan tê çi ye.”