Heyeta Îtalyayî serdana Şengalê kir
Heyeta ji Îtalyayê ji bo piştgiriyê çû Şengalê û gelek ziyaret kirin û daxwazên gel guhdar kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/05/20230528-20230528-talya-heyet-sengal-jpgf9b445-image-jpg1a2d16-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Heyetek ji 10 kesan ji Îtalyayê ku di nav de parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşk jî hene, serdana Şengalê kirin. Heyeta ku girêdayî saziya Associazione Versi il Kurdistan a Îtalyayê ye, ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê çûn serdana saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’yê û li daxwazên gel guhdarî kirin.
Serdana navendên tenduristiyê
Heyet piştre ji bo mijara sereke ya hevdîtinan xizmeta tenduristiyê serdana navendên tenduristiyê yên li Xanesor, Til Izêr, Borik, Serdeşt û Şengalê kir.
Çûna wan a Mexmûrê hatibû astengkirin
Heyet duh dema dixwest biçe Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû astengkirin.