Heyeta Îmraliyê serdana Nêçîrvan Barzanî kir

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî û serokê Herêma Federe a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Heyata Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kiribû îro li bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. 

Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.

Hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Heyetê de bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî  yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di heytê de cih digre daxuyaniyek kurt da.

Keskîn Bayindir ev tişt got:

“Kedkarên çapemeniyê yên hêja, ez we birêzdarî silav dikim. Heyeta me îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hêviyeke mezin hebû û hevdîtineke di nava xwişk-biratiyê de bû. Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, di mijara pêşxistina pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî seknekî erênî û neteweyî bûn, bibiryar bûn. Heke li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çareseriyek pêş bikeve, ev ji bo pêşeroja tevahiya Kurdan gelek girîng e. Pêdiviya gelê Kurd bi çareserî û aştiyê heye. Bendewariya tevahiya dînamîkên Kurdan ew e ku çareserî pêş bikeve. Di vê hevdîtinê de birêz Nêçîrvan Barzanî got ku ji bo çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bide. Em ji gelê xwe re radigihînin ku weke sazî û dezgehên Kurdan em ê ji bo pêşketina aştî û çareseriyê di nava hewldanan de bin. Em ji ber piştevaniya Nêçîrvan Barzanî gelek keyfxweş in. Em spasiya wî dikin.”