Heyeta Îmraliyê serdana Mesûd Barzanî kir
Civîna Şanda Îmraliyê ya DEM Patiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî saetek û 45 deqîqeyan berdewam kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-20250216-690x390cc-heyet-guney-kurdistan-barzani-gorusme01-jpg97db6b-image-jpg5bd196-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne duh serdana Herêma Kurdistanê kir.Di saet 10:00’an de şandeya Îmraliyê li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Li gorî agahiyan civîna bi Barzanî re saetek 45 kêliyan dewam kiriye û dawî bûye. Piştî civînê ti daxuyaniyek nehate dayîn.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Tê payîn di çarçoveya hevdîtinan de, şandeya Îmraliyê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê YNK’ê Bafil Talebanî re jî bicivin.