Heyat Abu Eyada ya ji Filistînê ji bo kar çûbû li Dîlokê rastî erdhejê hat
Heyat Abu Eyada ya ji Filistînê ji bo kar çûbû Dilokê erdhej çêbû û diyarkir ku piştî sê rojan alîkarî giha û hinek zarok ji birçan nexweş ketin.
RAFIF ESLEEM
Xeza – Di erdheja 6’ê Sibatê bi pileya 7.7 û 7.6’an de ku nevenda wê Mereş li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bû sedemê hilweşînên mezin, bi deh hezaran kes bi rojan di bin kavilan de man benda rizgarkirinê û jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî cenazeyê bi deh hezaran kesan dibin kavilan dene.
Yên ku ji bin kavilan bi saxî rizgarbûyîn di destpêkê de bi pirsgirêkên bi cihbûn û bi gelek bi gelek zoriyan re rû bi rû mane. Yek ji van jî ji şerîda Xazze ya Filistînê ji ber bê kariyê koçî Dîloka Bakurê Kurdistanê kirbû jina bi navê Hayat Abu Eyada bû.
Hayat Abu Eyada der barê tiştên ku di erdehejê de jiyan kirî ji ajansa me re anî ziman.
‘Min hîs kir ku ezê bi xeniqim’
Hayat Abu Eyada di dema erdhejê de tiştên ku jiyan kirye wiha anî ziman: “Piştî erdhejê dema ku ez rabûm ser lingan, ez rast û çep diçûm û dihatim, ji ber hejînê hemû amêrên mutfaqê ket, dengek ecêb dihat, ez ketim, min his kir ku ezê bi xeniqim ez wan kêliyan mam benda çatî bikeve. Dem hejîn sekin min direk xwe avêt ji derve.”
'Bi dehan kes bi mirinê re rû bi rû man'
Hayat Abû Eyada diyar kir ku avahî ji 13 qatan pêk tê û wiha axivî: “Pir zehmet ku hemû mirov di heman kêliyê de ji derenceyan dakevin. Ji ber vê min xereterî berçav girt û asansorê bikaranî. Dema asansor dixebitiya lerizîna duyemîn dest pê kir. Em li qata duyemîn lez û bez dest bi bezê kir. Em ji avahiyê derketin. Avahî li ser hemû malbatan hilweşiya. Dengê jin û zarok ên digriyan qût bû. Tenê niştecîhên qata yekem karîbûn ji siteyê derkevin. Bi dehan kes bi mirinê re rû bi rû man."
‘Zarok ji birçîbûnê nexweş ketin’
Hayat Abû Eyada da zanîn ku ew derketin derve lê vê carê ji ber sarbûna hewayê zehmetî kişandine û wiha got: Piştre em neqle stadyûmeke mezin a bajêr bûn. Tenê odeyek hebû. Li meydana stadyumê bahoz hebû. Jin, zarok û hin mêr diherikin hindur û dema hejandinek nû çêdibû xwe diavêtin derva. Rayedarên Tirk diyar kirin ku ava Dîlokê ji bo vexwarinê ne guncaw e. Dema ev dihat berçav girtin, nexweş ketina hemû kes normal e. Hin zarok ji birçîna nexweş ketin.”
‘Alîkarî piştî sê rojan gihişt’
Hayat Abû Eyada balkişand ku alîkarî piştî 3 rojan gihişt destê wan, destnîşan kir ku rayedaran bi wan re Tirkî têkilî daniye û ji ber vê yekê tiştên hatine gotin fêm nekirine û ev jî pirsgirêkek mezin avakiriye.”