‘Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê çalakiyên me ranewestin’

Endamên Kongra Star a Efrîn-Şehbayê teqez kirin ku wê heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nekin çalakiyên wan jî ranawestin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Hemleya cîhanî ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li tevahî cîhanê bi beşdarbûna zêdetirî 74 welatan dest pê kir. Li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê rêxistin û saziyan ve çalakî ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Zêdetirî 34 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehtiye girtin. Ev hemle ji 10'ê Cotmeha 2023'an ve hatiye destpêkrin û wê raneweste heya ku bigihîje armanca xwe. Endamên Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê bi ajansa me re behsa girîngiya hemleya fizîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

'Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye'

Ferîda Îbo di axaftina xwe de diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha vegot: "Di bin sîwana hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo de gelek çalakî hatin lidarxistin, em jî weke tevgerên jin ên Efrîn û Şehbayê jî bi çalakî û bertekan tevli vê hemleyê bûne û heya ku azadiya Rêber Apo misoger nekin wê tu carî çalakiyên me ranewestin. Ji bo Rêber Apo çi ji me bê xwestin em amade ne û em ê tu carî teslîmkariyê qebûl nekin. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê ye û kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Bi azadiya Rêber Apo re wê dawî li hemû şer û pevçûnên ku rû didin, bê. Aştî û azadî di Rojhilata Navîn de bê azadiya Rêber Apo nayê peydakirin. Sala 2024 wê bibie sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û cihê çareseriyê ji tevahî gelê Rojhilata Navîn re."

'Em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin'

Gulê Mihemed jî bal kişand ser ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgiriya berxwedan û çalakiya gireva birçibûnê ya zindanan û got: "Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li zindanên dewleta Tirk çalakiya greva birçibûnê hatiye destpêkirin. Em jî piştigiriya xwe ji bo vê çalakiyê nîşan didin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe wê çalakî û xebatên me tu carî ranewestin. Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê di nav tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin. Dîlgirtina Rêber Apo hemû qanûn û pîvanên navneteweyî derbas dike. Armanc ji dîlgirtina Rêbere Apo ew e ku gelê Kurd tune bikin û îradeya wan biçewsînin lê em hêzê ji fikrên Rêber Apo digrin. Em carek din soza xwe bi Rêber Apo re nûjen dikin ku heya ew fizîkî azad nebe em tu carî berxwedana xwe ranawestînin."