Hewldana “Sefîrên Şiyariyê” jinan teşwîqê xebatên siyasî dike

Sefîrên Şiyar ên Hilbijartinê ên Libyayê, bang li jinan kir ku dest ji sistahî û perçebûnê berdin, krîzên pêvajoyê derbas bikin û ji bo hilbijartinên ku tê plankirin di meha Nîsanê de werin kirin, bizanibin ka dê kî nûnertiya wan bike û wan hilbijêrin.

Libya- Di civaka Libyayê de jin bi taybetî di warê xebatên siyasî de zehmetiyan dikşînin. Yekîneya Piştgiriya Jinan û Sefîrên Şiyariyê, ji bo bihêzkirina jinan û teşwîqkirina beşdarbûna hilbijartinê  xwedî roleke girîng e.

Li gorî xebatkara Yekîneya Piştgiriya Jinan a Ofîsa Îdareya Hilbijartinê ya li Sebhayê Zeyneb Misbah El-Ahiraş, Sefîrên Şiyariyê, di navbera jinên Libyayê de li herêmên cuda hewl dide şiyariya siyasî çêbike, wan teşwîqê hilbijartinê bike û bi riya wan civakek xwedî têkiliyên baş û zana ava bike.

Bi riya sefîran gelek xebat hatin meşandin’

Zeyneb Misbah El-Ahiraş diyar dike ku li ser girîngiya vê hewldanê û bandora wê ya li ser civaka lLibyayê ya li Başûr, di salên derbasbûyî de Yekîneya Piştgiriya Jinan hatiye avakirin û ji bo jinên li herêmên cuda teşwîq bike roleke mezin lîstiye. Zeyneb Misbah El-Ahiraş da zanîn ku ji Trablûs û Bingaziyê dest pê kiriye û niha şaxek wê ya ku hemû herêmên hilbijartinê kontrol dike heye û got:

“Yekîneyê sefîrên şiyariyê xist dewrê, armanca van sefîran ew e ku dixwazî bi riya hilbijêr, dixwazî jî bi namzed, jinan teşwîqê beşdarbûna hilbijartinê bike, bi riya sefîran jinan motîve bike û di aliyê çandî û siyasî de wan bi pêş bixe. Sefîrên li Sebhayê perwerdeyek baş dîtin lewre ji bo jinên ku dixwestin beşdar bibin, bi riya anketan, komek nifşê yekem hat hilbijartin û ji dema destpêkirina hilbijartinê ve heta roja dengdayînê, di warê hemû merleheyan de hatin perwerdekirin. Bi vê yekê bûn xwedî tecrubeya şiyariya ji bo hilbijartinê. Sefîrên li Sebhayê, ji bo hilbijartinên berê yên çêbûn, di zêdekirina beşdariya jinan de xwedî rolek girîng bûn û em hêvî dikin ku dê di hilbijartinên li pêşiya me de jî roleke mezin bilîzin.”

‘Bi broşur û konferansan ji bo şiyariya jinan roleke girîng dilîzin’

Zeyneb Misbah El-Ahiraş li ser xebatên ku tên kirin wiha got: “Ligel beşdarkirina navendên hilbijartinê, bi belavkirina broşuran û konferansên şiyariyê, di warê şiyarbûna jinan de roleke mezin dilîzin. Tevî zehmetiyên ku dikşînin jî mînak dûrbûna herêman a ji hev û kêmasiya di warê çûnhatinê de, kêmbûna zanîna jinan di van mijaran de jî karê xwe dikin. Lê ji bo ku em beşdarbûna jinan a hilbijartinan zêde bikin me hewl da em van zehmetiyan kêm bikin û berê jî der barê sefîrek ku berê nûnertiya komîsyonê kiribû de ji ber ku agahiya civakê tunebû, hijmara wan kêm bû. Niha bi biryardarî û şiyarî beşdariya wan tê pejirandin.”

Zeyneb Misbah El-Ahiraş li ser xebatên li zanîngehan dikin jî got: “Li zanîngehan, ji xebatên şiyariyê bigre, heta ji bo jin deng bidin divê çawa qeyda xwe çêbikin û kaxizê dengan çawa bi kar bînin, me der barê gelek mijaran de perwerde da. Van hewldanan hemû, ji bo girîngiya beşdariya jinan a siyasetê û rola wan a çalak a di pêvajoya hilbijartinê hatin kirin. Bi saya wan perwerde û agahiyên ku hatin dayîn bi jinan re daxwaza tekiliyan û beşdarbûnê zêde bû.

‘Sefîrên dilxwaz bi hezkirina ji bo welat xwe motîve dikin’

Zeyneb Misbah El-Ahiraş ji bo sefîrên şiyariyê got ku riya gihîştin û perwerdekirina jinan e û da zanîn ku jinên berê nebûne sefîr lê kesên din teşwîqê dengdayînê kirine, bûne xwedî tecrube û wiha domand: “Ji ber vê sedemê em fikirîn ku komek jinan ji bo sefîrbûnê perwerde bikin. Diviyabû bûbûna sefîrên ku nûnertiya jinên din bikin. Sefîr kesên dilxwaz in em rê û rêbazên pêwîst nîşanî wan didin. Ji ber ku bi dilxwazî dixebitin û hewl didin welatê wan bi pêş bikeve, bi hezkirin xwe motîve dikin.”

Zeyneb Misbah Al-Ahiraş gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tevî ku jin di warê kevneşopî, adet û eşîrtiyê de zehmetiyan dikşînin jî ez dibêjim dikarin biryarên siyasî bigrin. Di pêşerojê de ji partiyên diyarkirî dê bikaribin ji bo civakê bi awayê herî baş bixebitin. Ez hêvî dikim, lîsteya jinên xwedî behremendî bibînim. Dizanim ku mafê jinan heye beşdarî siyasetê bibin, civakê perwerde bikin. Ji bo vê yekê dê hewldanên me yên ji bo derfeta wekhev a ji bo her kesê berdewam bikin.”